Li Meletiyê du kom pev çûn: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du komên de pevîûn derket û di pevçûna ku kêr û çek hatin bikaranîn de 7 kes birîndar bûn.

Li Taxa Çamurluyê ya Meletiyê di navbera du komên neyarên hev de nîqaş derket, piştî demekî nîqaş guherî pevçûna bi ku çek û kêran.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, poîs û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di pevçûna ku demance û kêr hatin bikaranîn de F.K. A.Î, K.K, M.K, M.K, M.Ş.A. û K.K. birîndar bûn.

Tîmên tendursitiyê birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya F.K û A.Î giran e.

Hêzên ewlehiyê ji bo girtina gumanbaran xebat da destpêkirin.