Hewlêr(Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê êdî tu dezgehên rojnamegeriyê nikarin li derveyê çarçoveya Yeketiya Ragihandina Azad ya PYDê kar bike.
Dema ku tîma karê Rûdawê ya herêma Hesekê karê xwe yê rojanamevanaiyê dikir, karê wan ji aliyê PYDê ve hat rawestandin, û ji wan xwestin ku serdana Qamişlo bikin û îcazeya Yeketiya Ragihandina Azad wergirin piştre wê ew karibin karê xwe bike.
Dema tîma Rûdawê serdana, Yeketiya Ragihandina Azad ya PYDê li bajarê Qamişlo kir, Yeketiyê daxwaz ji wan kir ku bibin endamê wê saziyê yan jî îcazeya kar nayê dayîn. Herwiha tîma Rûdawê got Yeketiya Ragihandina Azad ew hişiyar kirine ku eger ew fotoyekê jî bê îcazeya Yeketiyê bigrin dê ew rastî lêpirsîna asayîşan bên.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse