Hevserokê DBP: Divê şertên Ocalan bên guhartin
Enqere (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksel diyar kir ku bo pêvajoya aştiyê bidome divê şertên Ocalan yên girtîgehê bên guhartin.
Civîna Meclîsa Partiya DBP û ya hevşaredariya qediya. Hevserokên DBP Kamuran Yuksal û Emine Ayna li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê lidar xistin û encama civîne diyar kirin.
Kamuran Yuksel ragihand ku li Iraqê û Sûriyeyê pêla neteweperweriyê dibe sedema tundiyê û got, “Îro roja cihanê ya aştiyê ye. Ji me re aştî ji hemû deman pewistire.”
Yuksel bo erka nû ya Recep Tayyip Erdogan û ya Ahmet Davutoglu li wan pîrozbahî kir û diyar kir ku her çi qasî kêmasi li pêvajoyê hebi lê disa jî gihayê astayek giring û wiha domand:
“Ev pêvajo ji bo me gelek giring e. Ji ber pêvajo bidome û bigihê armanca xwe divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên serastkirin. Divê li Îmraliyê sekreterya bê pêk anîn.
Hevserokê DBPê Yuksel eşkere kir ku rêxistbûna partiyê li parêzgariya û navçeya didome û heta dawiya îlonê xebatên wan dê bidome û paşê jî kongreyekê pêk binîn.
Kamuran Yuksel doz vekirina lê sîstema hevserokatiyê rexne kir û ji hikûmetê xwest ku sîstema hevserokatiyê pêş ve bixin.