Pêşmergeyên Dêrîn ên YNKê piştgirî dan Kosret Resûl û Berhem Salih

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî belavkirina peyama derbarê pêkanîna Navenda Biryara YNKê, Pêşmergeyên Dêrîn ên YNKê piştgiriya xwe bo Kosret Resûl û Berhem Salih ragihandin.

 

Berpirsê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Cemîl Hewramî daxuyaniya Navenda Biryardan a YNKê îmza kiriye û piştgiriya xwe jê re ragihandiye.

 

Derbarê wê yekê de, Cemîl Hewramî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Piştî nexweşketina Mam Celal, navenda biryarê di nav YNKê de nemabû. Polîtboruyê biryar derdixist û kesekî din hildiweşand, ji ber wê jî çêkirina vê navendê giring e û em piştevaniyê lê dikin.”

 

Şeva pênşemî 1ê Îlon a 2016, her du cîgirên Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî û Berhem Ehmed Salih bi derxistina daxuyaniyekê, Navenda Biryardan a YNKê ragihandin.

 

Çend serkirde û rayedarên YNKê dauyaniya pêkanîna Navenda Biryardan a YNKê îmza kirine û piştgirî dane wê hewla Kosret Resûl û Berhem Salih.

 

Di nava wan rayedarên pilebilind ên YNKê de, çend rayedarên leşkerî yên weke Berpirsê Yekîneya 70 a Hêza Pêşmerge Şêx Ceifer Şêx Mistefa, Berpirsê Mêhwera Germedêr a Hêza Pêşmege Mehmûd Sengawî, Berpirsê Mêhwera Xurmatu ya Hêza Pêşmerge Ednanî Hemey Mîna û çend fermandeyên din ên Hêza Pêşmerge û herwiha Pêşmergeyên Dêrîn ên YNKê hene.

 

Serkirdeyên diyar ên Navenda Biryardana YNKê ev in:

 

Kosret Resûl

Berhem Salih

Hakim Qadir

Erselan Bayiz

Şêx Ceifer Şêx Mistefa

Mehmûd Sengawî

Azad Cundiyanî

Ednanî Hemey Mîna

Cemîl Hewramî

Hamîdî Hacî Xalî

Şalaw Elî Eskerî

Mihemed Wetman