Roj Gîrasun: Kurd bi guman in lê dixwazin pêvajo berdewam bike

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Navenda Lêkolînan a Rawestê Roj Gîrasun ragihand ku raya giştî ya Kurd ji ber tecrubeyên berê bi guman nêzîkî pêvajoya nû ya aştiyê dibe lê ji ber westandina ji şerê 40 salî, dixwaze pêvajo berdewam bike.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê îro li Hewlêrê bi sernavê "Aştiya Tirkiyeyê ya bi ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve: Bêçekkirina PKKyê û Xalên Werçerxana Siyasetê di Rewşeke Jeopolîtîk a Nearam de" konferansekê li dar dixe.

Roj Gîrasunê ku yek ji panelîstan bû, nêrîna raya giştî ya Kurd û Tirkan a li hemberî pêvajoya nû nirxand.

Gîrasun da zanîn ku bi avêtina gavên şênber ên wekî berdana girtiyên siyasî û rakirina qeyûman re dê piştgiriya ji bo pêvajoyê zêde bibe.

Wî anî ziman ku dema pêvajoya aştiyê dest pê kir, raya giştî ya Kurd matmayî ma û got:

"Em dizanin ku dema vê pêvajoya aştiyê dest pê kir, raya giştî ya Kurd wekî raya giştî ya Tirkiyeyê piçekî matmayî ma. Ji ber ku em dizanin ev nêzî 10 salan e ku Tifaqa Cumhurê li Tirkiyeyê desthilatdar e û di van 10 salan de polîtîkayên ewlehiyê li ser pirsa Kurd dihatin meşandin."

"Sala 2013an kelecan, 2024an metirsî hebû"

Gîrasun pêvajoya 2013an û ya niha dan ber hev û bal kişand ser hestên cuda yên di nav civakê de û wiha pê de çû:

"Em dizanin ku sala 2013an, dema em li kolanên Amedê digeriyan, li ser proseyê hesta sereke kelecan û hêvî bû.

Lê me dît ku sala 2024an, piştî daxuyaniyên Bahçelî, dema em li kolanên Amedê û bajarên Kurdan digeriyan, metirsî hesta sereke bû. Ev jî nîşan dide ku travmayeke mezin çêbûye."

"Kurd dixwazin pêvajo berdewam bike"

Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rawestê teqez kir ku tevî hemû gumanan jî Kurd alîgirê berdewamkirina pêvajoyê ne û got:

"Em dizanin ku civaka Kurd piştî 40 salên pevçûnê westiyaye û dixwaze ku ev prose bi awayekî serkeftî bi dawî bibe. Ji ber vê yekê piraniya Kurdan piştgiriyê didin pêvajoyê."

"Piştgiriya ji bo pêvajoya aştiyê zêde dibe"

Gîrasun destnîşan kir ku ji bo zêdebûna bawerî û piştgiriyê divê hinek gavên şênber bên avêtin û wiha domand:

"Eger ev gavên hene -wekî rakirina qeyûman, berdana girtiyên siyasî yên wekî Demîrtaş- bên avêtin, ez bawer im ku di demeke nêz de ew piştgirî dê zêdetir bibe. Piştî danîna çekan jî ew piştgirî dê di nav Tirkan de jî zêde bibe."

"Cudahiya vê pêvajoyê li gel pêvajoyên din heye"

Roj Gîrasun di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser meşrûiyeta pêvajoya heyî û got ku cudahiyên wê ji yên berê hene:

"Meşrûiyeta vê proseyê ji proseyên din zêdetir e. Ji ber ku bi derketina Bahçelî re ev bûye meseleyeke dewletê.

Her wiha em dizanin ku partiyên neteweperwer ên marjînal jî zêde li dijî proseyê dernakevin. Ev jî nîşan dide ku meşrûiyeta vê pêvajoyê ji yên berê bihêztir e."