Kanî Torun: Pêvajoya aştiyê dê bandorê li Rojhilata Navîn jî bike

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Paşerojê yê Bursayê Celalettîn Kanî Torun ji Rûdawê re diyar kir, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne tenê li nav welêt, dibe ku bibe bingeha pêkhateyeke mîna Beneluxê û rê li ber tevahiya Rojhilata Navîn veke.

Torun her wiha bal kişand ser wê yekê ku piştî 41 salên têkoşîna çekdarî, biryara danîna çekan xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê li ser pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konferanseke bi navê "Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve" li dar dixe.

Celalettîn Kanî Torun ê ku yek ji mêvanên konferansê ye, beşdarî bultena Rûdaw TVyê bû û li ser Pêvajoya Aştiyê axivî.

“Çekdanîna PKKyê gelekî girîng e”

Torun biryara PKKyê ya danîna çekan a piştî 41 salên têkoşîna çekdarî, ji bo Tirkiyeyê û hemû mirovên li Tirkiyeyê dijîn gelekî bi qîmet dibîne.

Siyasetmedar Torun got, “Aştî her dem ji şer û her cure tundiyê bi qîmettir e” û amaje pê kir ku ew hêvîdar in piştî qonaxa danîna çekan, di demeke herî kurt de zemîneke demokratîk were avakirin û ew hêmanên ku wekî neheqî û bêhiqûqî tên dîtin ji holê bên rakirin û Pirsgirêka Kurdan were çareserkirin.

Celalettîn Kanî Torun bi bîr xist ku Tirkiye zêdetirî 100 sal e bi sîstema komarî tê birêvebirin û di vê pêvajoyê de Kurdan ji ber ku neheqî li wan hatiye kirin, dest bi tevgerên cuda kirine û biryara PKKyê ya danîna çekan wekî werçerxaneke girîng nirxand.

Torun her wiha da zanîn ku ew anîna aliyan a cem hev a ji aliyê Rûdawê ve wekî tiştekî gelekî hêja dibîne.

Kanî Torun diyar kir ku ji ber têkoşîna çekdarî ya demdirêj gelek mexdûriyet çêbûne û ev yek jî zehmetiyan derdixe pêşiya pêvajoyê.

Parlamenter Torun bal kişand ser wê yekê ku li aliyekî xizmên leşkeran û li aliyê din jî “Dayîkên Aştiyê” hene û anî zimên ku dibe hinek aliyên ku ji şer sûdê werdigirin, ji hatina aştiyê ne razî bin.

“Pêwîstî bi nirxên demokratîk heye”

Kanî Torun her wiha da zanîn ku têkoşîna çekdarî li Tirkiyeyê her tim bûye hinceta biryarên nedemokratîk û aştî jî pêdiviyê bi nirxên demokratîk çêdike û ji ber vê yekê jî pêvajo bi zehmetiyan re rû bi rû ye.

Parlamenterê Partiya Paşerojê Torun got, “Ji ber vê yekê karekî zehmet tê kirin û em hêvî dikin ku bi ser bikeve.”

Kanî Torun amaje bi wê yekê kir ku divê kiryarên terorîstî ne tenê li Tirkiyeyê, li tevahiya herêma Rojhilata Navîn ji holê rabe û wiha domand:

“Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror divê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe. Divê li Îraq, Sûriye û herêmên din û helbet li Filistînê jî ev serdema bêteror dest pê bike.

Ez behsa terora Îsraîlê ya li dijî Filistîniyan dikim.”

“Modela Beneluxê dikare were avakirin”

Torun di berdewamiyê de anî zimên ku eger herêm ji terorê bê paqijkirin, bi însiyatîfeke mîna Beneluxê, yanî bi gaveke wekî bingeha Yekîtiya Ewropayê, dikare bibe pêşengê înîsiyatîfeke nû ku bêyî guhertina sînoran, sînoran bêwate bike.

Wî da zanîn ku ev yek ne tenê ji bo Tirkan, ji bo hemû gelên herêmê yên wekî Kurd û Ereban jî dê gelekî bi qîmet be.

Kanî Torun bal kişand ser wê yekê ku Rojhilata Navîneke ku çek lê bêdeng bûne û çûn û hatina mirov û çalakiyên aborî lê azad in, dê ne tenê aştiyê, di heman demê de geşepêdana aborî jî bi xwe re bîne û herêm bigihêje aramiyê.

Parlamenter Torun got, “Ji ber van aliyan jî ez bawer im ku ev pêvajoya li Tirkiyeyê eger li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe dê encamên gelekî bi xêr bi xwe re bîne.”