Li Rihayê kesek di mala xwe de hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sêweregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê kesê ku di mala xwe de rastî êrişa çekdarî hat û mir.
Li gor îdiayê li navçeya Sêweregê Mehmet Bugdayciyê 40 salî li mala xwe bi mirovê xwe M.B. (28) re ji ber pirsgirêka dan û standinê nîqaş kir.
Ji ber ku nîqaşa di navbera wan de dirêj bû, M.B. gule li Mehmet Bugdayci reşandin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê tespît kir ku Bugdayci li cihê bûyerê miriye.
Tîmên tenduristiyê cenazeyê Bugdayci veguhast morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê.
Polîsan piştî bûyerê ji bo girtina gumanbar dest bi xebatan kir.