Galeriya wêneyan

01-09-2025
21 Photos

WÊNE: Bilind T. Abdullah

Navenda Lêkolînan a Rûdawê, di 1ê Îlonê de ku li Tirkiyeyê wekî Roja Cîhanê ya Aştiyê tê qebûlkirin, li Hewlêra paytext li ser pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konferanseke bi navê "Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve" li dar xist.

Konferans li Otêla Navneteweyî ya Hewlêrê hat lidarxistin û ji saet 10:00ê sibehê heta 17:00ê êvarê berdewam kir.

Di konferansê de, dînamîkên bêçekkirin û xwefesixkirina PKKyê û guherînên siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin.

Tenê beşa heta nîvro ya konferansê ji çapemeniyê re vekirî bû.

Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Birêvebirê Giştî yê Rûdawê Ako Mihemed ve hat kirin.

Piştre wezîrê berê yê Tirkiyeyê Mehdî Eker gotarek pêşkêş kir.

Yek ji demên herî balkêş ên konferansê, axaftina Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê û Endamê Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar bû ku tê de peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan xwend.