Mehdî Eker: Şaşiyên dewletê bûn sedem ku PKK mezin bibe
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê berê yê Tirkiyeyê Mehdî Eker got, "Şaşiyên dewletê bûn sedem ku PKK mezin bibe.”
Navenda Lêkolînan a Rûdawê li ser pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konferanseke bi navê "Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve" li dar dixe.
Wezîrê berê yê Tirkiyeyê Mehdî Eker jî gotarake pêşkêş kir û tê de wiha got:
"Mêvanên hêja û ezîz
Em ji pêvajoyeke gelekî girîng derbas dibin. Ne tenê li Rojhilata Navîn, her wiha li herêmên Deryaya Reş û Deryaya Spî jî ku ew jî parçeyek in ji cografyaya me, şer û aloziyên berdewam hene. Li derdora me êşên giran hene û mixabin dîsa zarok, jin û xelkê bêsûc û bêguneh dibin qurbanî.
Tevî hemû wan êş û geşedanên xirab, li Tirkiyeyê geşedanên baş û erênî hene ku dilê me germ dikin û hêviyên me zêdetir dikin. Hûn dixwazin navê wê bikin "Tirkiyeya Bê Teror", hûn dixwazin jê re bibêjin "pêvajoya aştiyê", lê îro em behsa geşedanên girîng dikin û bi tesewureke li ser pêşeroja xwe em nirxandinan dikin.
Beşdarên hêja, tiştên ku li herêmê diqewimin ne tenê di salên dawî de yan jî di roja me de derketine holê, ji ber wê ez bawer dikim ku pêwîst e em li ser dîroka van bûyeran û kûrahiya mijarê jî bisekinin. Ji ber ku em behsa çîrokan nakin, em hewl didin ku em roja îro û paşeroja xwe baş fêm bikin û şirove bikin û bi başî bizanibin.
Eger em roja îro baş fêm bikin, ez bawer dikim em dikarin ayendeya xwe baştir ava bikin. Cîhan di sed sala dawî de rûbirûyê du şerên giran bû ku bi destê Ewropiyan hatin derxistin. Ji yekê re gotin Şerê Cîhanê yê Yekem, ji ya din re jî gotin Şerê Cîhanê yê Duyem. Li gorî amaran, di her du şeran de derdora 81-82 milyon kesan jiyana xwe ji dest da.
Di van şeran de bombeyên atomî jî hatin bikaranîn. Şerê Cîhanê yê Duyem, ku niha em li vê salonê bi wesîleya wê kom bûne, wekî ku tê zanîn 1ê Îlona sala 1939an dest pê kir û Almanyayê êrişî Polonyayê kir. Ev şer sala 1945an bi dawî bû. Şerê Cîhanê yê Duyem zêdetir şerekî navxweyî yê Ewropayê bû.
Piştî ku şer bi dawî bû, projeyek hate amadekirin ku jê re dibêjin “Yekîtiya Ewropayê”. Ev yekîtî li ser nirxên Ewropayê hate avakirin û pêvajoya entegrasyonê jî bi destê vê yekîtiyê hate meşandin. Di destpêkê de wekî Yekîtiya Komir û Polayê û wekî bazara hevbeş hatibû avakirin, lê di dawiyê de bû yekîtiyeke siyasî û heta roja îro jî berdewam kir.
Niha jî Yekîtiya Ewropayê dixwaze parastina xwe bi hêzên derveyî NATOyê bike. Ji bo vê yekê xebat tên meşandin. Bi kurtasî em dikarin bêjin şerê duyem bi projeyên entegrasyonê bi dawî hat. Lê şerê yekem... eger bê pirsîn gelo Şerê Cîhanê yê Yekem bi dawî bûye, mixabin em nikarin weke şerê duyem bibînin. Ji ber ku encamên şerê yekem û bandora wê hê jî berdewam in.
Ji ber ku armanca şerê yekem cografyaya me bû, Mezopotamya û Rojhilata Navîn bûn; plan ew bû ku dar û berhem û petrola me bibin û li Ewropayê sanayî û pîşesaziya xwe pê ava bikin. Niha dema em li rewşê dinêrin em dibînin ku armanca wan ev bû. Eger em vê meseleyê rast û durist nas bikin û li gorî wê jî hereket bikin, em dikarin problemên xwe bi hêsanî çareser bikin.
Dewletên Ewropayê ji xwe re behsa entegrasyon û yekîtiyê dikin, lê projeya wan a ji bo me dabeşkirin, cudakirin û tevlihevkirin e. Aliyê sereke yê vî karî jî Îsraîl e. Divê em ti caran vê rastiyê ji bîr nekin, lê dema em li şertên Şerê Cîhanê yê Yekem û rewşa wê demê binêrin, em dikarin bêjin ku Kurdên Îraqê jî, yên Sûriyeyê jî, her dem xwe weke parçeyekî ji Tirkiyeyê dîtine.
Dema em li avakirina fikrên sedsala 19an binêrin, em rola gelek kesayetên Kurd ên li Silêmaniyê dibînin. Gertrude Bellê dema ku dewletên Îraq û Urdinê hatin avakirin, heman teklîf ji Kurdan re jî kiribû. Lê Kurdan ev teklîf red kir û gotin, “Em girêdayî xelîfe ne û em beşek in ji ummetê û em ji ummetê cuda nabin.” Kurdan nedifikirîn ku ji ummetê veqetin.
Di bingeha serhildana Şêx Ebdulselam Barzanî de jî nerazîbûnek li dijî Jontirkan hebû ku Jontirkan li dijî xelîfe karên nebaş dikirin. Li gorî Barzanî, ew tişt nedihat qebûlkirin. Ji ber wê jî, îdamkirina Şêx Ebdulselam yekem gav bû ku nifaq xiste navbera Kurdan û Tirkan. Dema ku komar hate avakirin, rewşenbîrên Kurdan ên ji Mekteba Galatasarayê li bendê bûn ku bi şal û şepikên xwe biçin weke mebûsên nû xizmeta komarê bikin.
Lê roja 16ê Gulana 1916an di navbera Brîtanya û Fransayê de Peymana Sykes-Picot hate îmzekirin û ew bûn asteng. Paşê, di navbera her du gelên bira de sînor hatin danîn. Pismam û bira ji hev hatin cudakirin; hinek man li vî alî, hinek man li aliyê din ê sînor. Lê em bi salan em bibûn xizm û kesên hev, em bûbûn yek. Helbestvanê ji Diyarbekirê Ehmed Arif dibêje, “Mirîşkên me têkelî hev bibûn.” Tevgera PKKê ya ku salên 1970yî dest pê kir, tevgereke wisa nebû ku xelk bi dil û can piştgiriyê bidiyê.
Lê gelek xeletî û şaşiyên dewletê bûn sedem ku ew mezin bibin û pêş bikevin. Şûna ku dewlet guh bide derd û daxwazên xelkê, zilm li xelkê hate kirin. Şevê bi cilekî, rojê bi cilekî din heman kesan gundên xelkê vala kirin û xelk hate koçberkirin. Kurd ji koka xwe hatin dûrxistin û li bajarên mezin ketin bin gefa nijadperestiyê.
Pêvajoya ku niha tê meşandin dikare me hemûyan bi hev re bike miletekî mezin. Hevalê min û rewşenbîrê ku ji bajarê Agiriyê ye, Mustafa Ozel dibêje, “Bi bîrkirinê mirov dibe qewm, lê bi bîranînê mirov dibe gel.” Pêvajoya avakirina nijadan gelek dewlemendiyên me ji me standin.
Eger em careke din nirxên xwe yên hevbeş, çanda xwe ya hevpar, nirxên xwe yên olî û manewî û gelek xisletên xwe yên baş bînin bîra xwe û hesaba sînorên destçêkirî nekin, em dikarin careke din bi hêz û bi bawer bin. Em dikarin careke din aştiyê ava bikin. Em weke Kurd, Tirk û Ereb dikarin careke din bibin milet û welatê xwe yê hevpar ava bikin.
Loma jî pêvajoya ku niha tê meşandin dikare bibe pêvajoya ji nû ve avakirinê. Kurdan ti caran ji bo ku ji Tirkan cuda bibin şer nekiriye. Di demên herî dijwar de jî, dema gundên wan hatin valakirin û zilm jî dîtin, dîsa jî ew neçûn Dihok û Mahabadê; ew dîsa çûn bajarên welatê xwe, çûn Mêrsînê, Antalyayê, Stenbol û Îzmîrê.
Baş bû jî ku Kurdan wisa kir, ji ber ku xwedî feraset bûn û dizanibûn ku dê rojek weke roja îro were. Kerkûk çiqas Tirk be, Stenbol jî ewqas Kurd e. Mûsil çiqas Kurd be, Heleb jî ewqas Tirk e. Çekdanîna PKKyê dê Tirkiyeyê bike welatekî bihêztir. Çavkaniyên Tirkiyeyê êdî dê ne ji bo şer, dê ji bo aboriyê, ji bo xweşkirina jiyana xelkê û ji bo bazirganî û pêşketinê bên xerckirin.
Ev yek jî dê ji bo me hemûyan û ji bo herêma me baş be. Hinek hêzên li herêma me û dewletên mezin, dema ku dîtin wê aştî çêbibe, dizanin ku wê berjewendiyên wan xilas bibin û niha dixwazin pêvajoyê têk bidin. Çi ji destê wan tê dikin ku li pêşiya aştiyê bibin asteng. Heta gelek wehd û sozan jî didin Kurdan. Lê Kurd êdî ji wan soz û wehdan têr bûne.
Em dizanin dema tevgera Barzanî gelekî bihêz bû, sala 1974an hêzên emperyalîst piştgiriya xwe qut kirin; pêwîst e em dersê ji vê yekê wergirin. Pêvajoya ku niha berdewam e, karekî ku Tirkiye bi îradeya xwe dike. Di destpêkê de dê çek bên sekinandin. Paşê jî dê problem bi dostane bên axaftin û çareserkirin.
Li cîhanê her dem pêvajoyên wekî yên me berevajî hatine meşandin. Eger ev pêvajo bi ser bikeve, em ne tenê birînên xwe derman dikin, em di heman demê de di mijara çareserkirina probleman de ji bo hemû cîhanê jî dibin nimûne. Ez li ser navê xwe spasiya hemû aliyan dikim ku piştgirî dane vê pêvajoyê."