Cotkarên Efrînê di rewşeke taybet de berhemên xwe hildin

01-10-2018
RÛDAW
Çekdarên opozisyonê bi hezaran darên zeytûnan rakirine
Çekdarên opozisyonê bi hezaran darên zeytûnan rakirine
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Efrîn Zeytûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal, cotyarên Efrînê di rewşeke taybet û awarte de dê berhemên xwe ya zeytûnan hilînin.

 

Piştî ku hêzên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê dest danîn ser vê herêmê, tevahiya mal û milkê xelkê deverê ketiye xeterê. Bi taybet jî berhemên zeytûnan çavkaniya sereke ya dahata aborî ya xelkê herêmê ye.

 

Di derbarê berhemên zeytûnan de, Encûmenên Xwecihî li herêmê hinek biryar dane û rênima destnîşan kirine.

 

Her sal wekî vê demê, “berhevkirina zeytûnan” herî zêde li ser zimanê xelkê herêma Efrînê bû.


Di naverasta werzê payizê de, mewsîma çinîn, berhevkirin û guvaştina zeytûnan û berhemdana zeytê li herêmê dest pê dike.

 

Îsal, rewşek taybet û awarte li pêş cotyar û xelkê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Piştî ku hêzên hikûmeta Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve dest danîn ser vê herêmê, tevahiya mal û milkê xelkê deverê ketiye jêr metirsiyê de bi taybet jî mewsîma zeytûnasn ku çavkaniya sereke ya dahata aborî ya xelkê herêmê ye.

 

Li deverên cuda cuda yên herêmê, çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê zeviyên cotyaran berî destpêkirina berhevkirinê talan kirine. Rêjeyeke mezin ji xelkê herêma Efrînê heta niha derbiderin an jî li bajarên wekî Helebê dimînin û nikarin her ser zeviyên xwe û mewsîma xwe berhev bikin. Ev yek jî wan zeviyan dixe jêr metirsiya talankirinê ji aliyê grûpên çekdar ve.

 

Der barê Mewsîma zeytûnan de, Encûmenên Xwecihî li herêmê giştîname der kirine û hin biryar dane û rênima destnîşan kirine.

 

Encûmena Xwecihî ya Bilbilê li herêma Efrînê giştînameyek derbarê mewsîma zeytûnan de derxist.

Giştînameya Encûmena Bilbilê ji 5 xalan pêk tê û tê de rênimayên çinîna mewsîma zeytûnan hatine destnîşankirin.

 

Li gor xalên giştînameyê, nabe berî 15.10.2018 dest bi çinîna zeytûnan û gerandina guvaştekan bê kirin.

Herwiha nabe firotin û kirîn bi zeytûnên şîn bê kirin eger mohlet ji Encûmena Xwecihî nehatibe wergirtin.

 

Mekanîzmayek ji bo çinîna zeytûnên kesên ku li gund û bajarên xwe ji aliyê Encûmenê ve hatiye pejirandin da ku kesûkarên wan li gor mohletekê ji Encûmenê mewsîma wan hilînin.

 

Komîteya navendî ya ser bi encûmenê dê seredana hemû gundan bike daku ev biryar bên cîbicîkirin.


Berî Encûmena Xwecihî ya Bilbilê, Encûmena Xwecihî ya Şiyê jî giştînameyek derbarê heman babeta mewsîma zeytûnan de der kiribû, lê serdestiya grûpên çekdar û reftar û serederiyên wan ên deryasayî dihêlin ku tu garantiya cidî ji bo parastina zevî û dahatên cotyarên herêmê û cîbicîkirina biryar û rênimayên Encûmenan tune bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst