Mesrûr Barzanî: Babe Şêx rolekî berçav bo pêşxistina pêkvejiyana olî li Kurdistanê hebû

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya rêberê ruhanî yê ola Kurdên Êzidî Babe Şêx peyamek serxweşiyê belav kir û tê de got: “’Cenabê Babe Şêx rolekî berçav di pêşxistina pêkvejiyana olî li Herêma Kurdistanê hebû.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îşev 1ê Cotmeha 2020an ji ber koça dawî ya kesayetê diyar ê Kurdên Êzidî û Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx  peyamek serxweşiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî got: “Mixabin nûçeya koça dawî ya rêberê ruhanî yê ola Ezidî Babe Şêx (Şêx Xirto Hacî Îsmaîl) min bihîst. Serxweşiyê li malbata wî ya birêz û Mîrê Êzidiyan û encûmena ruhanî û temamê xwîşk û birayên Êzdî li Kurdistan û cîhanê dikim û ez xwe hevbeşê xema wan dizanim.”

Barzanî herwiha diyar kir ku Babe Şêx kesayetekî diyar û xwedî pêgehekî giring bû li Herêma Kurdistanê û cîhanê û got: “Herwaha rolekî berçav jî di pêşxistina pêkvejiyana olî li Herêma Kurdistanê hebû. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wî bi biheştê şad bike û aramî û sebrê bide hemû aliyan.”