Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî birêve çû
Hewlêr (Rûdaw) - Li ser daxwaza partiyên Rojhilatê Kurdistanê û hejmareke çalakvanan, bi armanca nerazîbûna êrîşa li ser baregehên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve, li gelek bajarên wê parçeya Kurdistanê greva giştî birêve çû.
Li ser banga Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê û piştgiriya aliyên din yên Rojhilatê Kurdistanê, îro Şemiyê 1ê Cotmeha 2022yan greva giştî birêve çû, wek nîşandana nerazîbûnê li hember êrîşa Supaya Pasdarên Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê.
Li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê Internet hatiye birîn û Komara Îslamî ya Îranê hêzeke zêde li bajaran belav kir û bi riya nameyên telefonî gefê li xwediyên dukanan xwar, lê dîsa jî xelkê piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê weke Urmiye, Sine, Kirmanşan û Îlamê bazar û dukanên xwe venekir û neçûne ser karê xwe.
Aliyên siyasî yên Îranî jî piştgirî dan banga greva giştî ya Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê.
Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê roja Pêncşemê bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kiribû ku ji roja Şemiyê ve li dijî bombebarankirina baregehên partiyan li Başûrê Kurdistanê dest bi greva giştî bikin.
Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîst a Îranê, Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Serbestiya Kurdistanê, Partiya Serxwebûna Kurdistanê û bi dehan rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê piştevaniya xwe ji vê daxwazê re ragihandine.
Ev greva giştî piştî wê tê, hêzên Pasdarên Îranê roja 28ê Îlona borî bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê kirin.