Vakkas Çolak: Li Japonyayê nijadperestiya li dijî Kurdan zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Komeleya Çanda Kurdan a Japonyayê Vakkas Çolak ragihand ku ev du sal in li Japonyayê nijadperestiya li dijî Kurdan zêde bûye.

Vakkas Çolak beşdarî Nûrojê bû û li ser rewşa Kurdên Japonyayê agahiyên berfireh dan Rûdawê.

Çolak da zanîn ku yasayeke nû ya penaberiyê bi awayekî taybet Kurd kirine hedef û rewşa wan dijwartir kiriye.

Li gorî Çolak, ji nêzîkî du hezar Kurdên li wî welatî di gelek salan de tenê kesekî karîbûye mafê penaberiyê wergire.

"Yasaya nû Kurdan dike hedef"

Vakkas Çolak diyar kir ku ev du sal in nijadperestî bi taybetî li ser torên civakî zêde bûye û got:

"Ev yek piştî wê hat ku hikûmeta Japonyayê yasayeke nû ji bo penaberiyê danî û pêşkêşkirina daxwaza mafê penaberiyê tenê ji bo sê caran sînordar kir.

Vê yasayê bi awayekî taybet Kurd kirin hedef."

Pirsa koçberan niha li Japonyayê bûye mijareke germ a hilbijartinan.

Partiya Lîberal Demokrat (LDP) ku tê payîn di hilbijartinên meha bê de bi ser bikeve, xwedî helwesteke tund a li ser koçberan e û soza "sifirkirina koçberiya neyasayî" dide.

"Tenê Kurdekî mafê penaberiyê wergirtiye"

Çolak behsa astengiyên li pêşiya Kurdan kir û got ku ji nêzîkî du hezar Kurdên li Japonyayê ku piraniya wan ji Bakurê Kurdistanê ne, di gelek salan de tenê Kurdekî kariye mafê penaberiyê wergire û berdewam kir:

"Kurd di warê daxwaza mafê penaberiyê de di rêza şeşemîn de ne. Sedemeke sereke ya vê rewşê bêdewletbûna Kurdan e.

Nûneratiya fermî ya Kurdan nîne. Balyozxaneya Tirkiyeyê jî her tim dijî Kurdên vê derê ye."

Çolak da zanîn ku hinek Kurd hatine dersînorkirin û got:

"Heta niha nêzîkî 200 Kurdan ji ber sedemên mirovî mafê mana li welêt wergirtiye lê gelek kes hatine dersînorkirin.

Carinan tenê bav hatiye dersînorkirin û zarok mane. Bi giştî, heta niha 246 kesên xwedî pasaporta Tirkiyeyê hatine dersînorkirin ku Kurd jî di nav wan de ne."

Hewlên siyasî yên ji bo çareseriyê

Vakkas Çolak derbarê hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkê de behsa hewlên Herêma Kurdistanê û DEM Partiyê kir û xwe li axaftinê berda:

"Dema ku konsulxane li Hewlêrê hat vekirin, me ev pirsgirêk bi konsolên Japonyayê re guftûgo kir lê ev mijar di destê Wezareta Dadê de ye.

Ji ber ku piraniya Kurdên li vir ji Bakur in parlamenterên DEM Partiyê hatin Japonyayê û bi Balyozxaneya Japonyayê ya Enqereyê re civiyane.

Parlamenterên Japonyayê jî çûne Bakurê Kurdistanê. Dibe ku piştî hilbijartinan careke din guftûgo bên kirin."

Zimanê Kurdî li Zanîngeha Tokyoyê

Vakkas Çolak da zanîn ku li gel êrişên nijadperestiyê jî karên wan ên çandî û akademîk jî berdewam dikin û biland:

"Hefteya borî pêşangeheke wêneyan li ser jiyana Kurdên li Japonyayê hebû.

Em ji bo hunermendên Kurd konseran li dar dixin û niha em pirtûkekê amade dikin da ku Japon zêdetir fêrî Kurdî bibin."

“Sal bi sal hejmara kesên ku fêrî Kurdî dibin zêdetir dibe”

Çolakê li Zanîngeha Tokyoyê mamosteyê zimanê Kurdî ye got:

"Îsal du polên me yên fêrbûna zimanê Kurdî hene. Yek ji bo xwendekaran e û ya din ji bo kesên ji derve ye.

Îsal 29 kesan navê xwe tomar kiriye. Sal bi sal hejmara kesên ku fêrî Kurdî dibin zêdetir dibe û hinek Japon jî hene ku niha dikarin dersa zimanê Kurdî bidin."