Îraq: Rojane 25 karwanên bazirganiyê ji Tirkiyeyê tên Îraq û Herêma Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) - Veguhestina kelûpelên bazirganiyê ji Tirkiyeyê bi rêya bejahî di ser Îraq û Herêma Kurdistanê re ber bi welatên Kendavê ve bi sîstema veguhestina bejahî ya cîhanî (TIR) dest pê kir.
Bi vê yekê, Îraq û Herêma Kurdistanê dibin pireke girîng a bazirganiyê di navbera wan welatan de.
"Sîstema TIRê dê pêgeha welat wekî rêreweke bazirganiyê bihêz bike"
Berdevkê Wezareta Veguhestinê ya Îraqê Meysam Safî ji Rûdawê re ragihand ku destpêkirina qonaxa derbasbûna barhilgirên Tirkiyeyê di nav axa Herêma Kurdistanê û Îraqê re ber bi welatên Kendavê ve bi sîstema veguhestina bejahî ya cîhanî (TIR) gaveke stratejîk e û pêgeha Îraqê wekî rêreweke sereke ya bazirganiyê bihêz dike.
Berdevkê Wezareta Veguhestinê ya Îraqê got, “Niha rojane 25 karwanên bazirganiyê ji Tirkiyeyê bi rêya Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl tên Herêma Kurdistanê û Îraqê.
Heta niha 370 karwanên bazirganiyê derbas bûne.”
Peymana Veguhestina Bejahî ya Navneteweyî (Transports Internationaux Routiers - TIR) sala 1975an hatiye îmzekirin û ji 20ê Adara 1978an ve di meriyetê de ye.
Heta niha nêzîkî 80 welatan ew peyman îmze kiriye û destpêka hezîrana îsal jî Îraqê bi awayekî fermî aktîvkirina xwe ya di peymanê de ragihand.
Berdevkê Wezareta Veguhestinê ya Îraqê diyar kir:
“Rêya bejahî ya bi Tirkiyeyê re di Herêma Kurdistanê û Îraq, Urdin û Erebistana Siûdî re derbas dibe heta digihîje Kuweyt, Qeter û Îmaratê.
Ev gav temamkerê wan pêşketinan e ku vê dawiyê di pirsa veguhestina di navbera Îraq û Kuweytê de pêk hatine û pêgeha Îraqê wekî welatekî sereke yê bazirganiya herêmî bihêz dike, lêçûna veguhestinê kêm dike û çûn û hatina kelûpelan hêsantir dike.”
Li gorî Meysam Safî, ev gav ne tenê xwedî aliyekî aborî ye, belkî veguhereke stratejîk e ber bi sîstemeke veguhestinê ya temamker û lihevhatî ya bi bikaranîna teknolojiya nû û rêkarên îdarî yên navneteweyî re.
Bi vê yekê Îraq dibe pirek ji bo geşepêdan û temamkariya aborî ya di navbera welatan de.
Dema veguhestinê kêm dibe
Tê çaverêkirin ku bicihanîna sîstema TIRê bibe sedema kêmkirina dema veguhestinê û daxistina lêçûnê, ji bilî peydakirina bi hezaran derfetên kar.
Berdevkê Wezareta Veguhestinê ya Îraqê got ku di nîvê yekem ê îsal de wezareta wan wekî ceribandin du geştên bejahî ji bo veguhestina kelûpelan pêk anîne û hezîrana îsal jî Îraqê aktîfbûna xwe ya di nav sîstemê de ragihand.
Meysam Safî her wiha got, “Ev ezmûneke serkeftî bû û bandora wê li ser gavên pêvajoya aktîfkirina vê rêya bejahî ya girîng hebû.
Ev serkeftin dê bibe sedema bihêzkirina peymanan bi Yekîtiya Navneteweyî ya Veguhestina Bejahî û wan welatên ku pişta xwe bi sîstema TIRê girêdidin, da ku qonaxeke nû ya berfireh û giştgir a tevgera bazirganiyê di rêya axa Îraqê re dest pê bike.”
Sîstema TIRê peymaneke gumrikî ya navneteweyî ye ji bo hêsankirina veguhestina kelûpelan di nav sînoran re.
Sîstem rê dide barhilgiran ku bi hêsanî û parastî kelûpelan veguhezînin, bêyî ku li xalên sînorî careke din pişkinîna gumrikî ji wan re were kirin.
Ev yek dem û lêçûna lojîstîk xilas dike û bazirganiya navneteweyî leztir dike.
Dr. Hamî Salih, pisporê gumrik û veguhestina navneteweyî ji Rûdawê re ragihand, bicihanîna sîstema TIRê gaveke girîng e û Îraq û Herêma Kurdistanê derbasî qonaxeke nû dike lê bicihanîna wê sîstem û pêvajoyê pêwîstî bi binesaziyeke zêdetir heye.
Li gorî wî pisporî, heta niha Îraq xwedî wê binesaziya pêwîst nîne, di nav de rêyên li gorî standardên navneteweyî.
Her wiha divê garantiya ewlehiyê ya tam ji bo derbasbûna barhilgiran hebe, ji ber ku welat, bi taybetî welatên Ewropayê, eger ji ewlehiya barên xwe piştrast nebin, amade nabin ku axa Îraqê bi kar bînin.
Dr. Hamî Salih amaje bi wê yekê jî kir ku ew sîstem bi hezaran derfetên kar peyda dike û aboriya Herêma Kurdistanê û Îraqê zêdetir geş dike.
Her wiha dê bandorê li ser çand û şêwaza ramana civaka Îraqê jî bike, ji ber ku “wê demê divê ajokar profesyonel bin, xwedî perwerde û bawernameyên taybet bin, her wiha serdana welatan dikin û çanda welatên din, bi taybetî yên Ewropî dibînin û ev jî bandorê li ramana wan û şêwaza jiyana wan dike.”
Dr. Hamî Salih her wiha got, “Ew rê ne tenê bejahî û bi rêya Tirkiyeyê ye, belkî dibe ku bi rêya keştiyan bar bigihîje Îraqê û paşê ji Îraqê were veguhestin ji bo welatên din.”
3yê Hezîrana 2025an, Wezîrê Veguhestinê yê Îraqê Rezzaq Muheybis Seedawî ji medyayê re ragihandibû, pêbendbûna Îraqê bi peymanê re “bûyereke dîrokî û peyameke girîng e” ji bo cîhanê ku “Îraq welatekî aram û seqamgîr e û li hemberî bazirganiya navneteweyî vekirî ye.”
Wezîrê Veguhestinê yê Îraqê amaje bi wê yekê jî kiribû, peymana TIRê “destpêkek e ji bo serkeftina projeya stratejîk a Rêya Bipêşketinê û veguhestineke aram û hêsan ji bo bazirganiya navbera welatan jî dabîn dike.”
Di bersiva pirseke Nûçegihanê Rûdawê de derbarê ka gelo peyman Herêma Kurdistanê jî li xwe digire, Wezîrê Veguhestinê yê Îraqê gotibû, “Belê, destpêka wê dê ji Herêma Kurdistanê be.”
Seedawî her wiha gotibû, “Ev destkeftî hêsankariyên mezin ji bo bazirgan û veberhêneran li seranserê Îraqê, tevî Herêma Kurdistanê, dabîn dike.”