Nêçîrvan Barzanî û Xemîs Xencer li Hewlêrê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer û şandeya pê re pêşwazî kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pêvajoya siyasî û amadekariyên ji bo hilbijartinan hatin gotûbêjkirin.

Her wiha pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û diyaloga ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yek ji mijarên sereke yên civînê girîngiya hevkariya di navbera hêzên siyasî, partî û pêkhateyên cuda de bû.

Hat ragihandin ku her du aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan tekezî li ser girîngiya hevahengiya di navbera hêz, aliyên siyasî û pêkhateyên Îraq û Herêma Kurdistanê de kir.

Her du aliyan li ser wê yekê li hev kir ku misogerkirina aramiyê bi hewldanên hevbeş ên hemû aliyên siyasî pêkan e.