Mehmûd Osman: HDP dê serbikeve

01-11-2015
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Hilbijartinên 1ê Mijdarê
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê kurd Dr. Mehmûd Osman, got ew pêşbînî dike ku Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) dê di navbera ji sedî 13 û 14yê de dengan bistîne.

Parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê berê Mehmûd Osman ji Rûdawê re ragihand, heger encamên hilbijartina 1ê MIjdarê weke ya 7ê Hezîranê be dibe ku AK Partî û Partiya Komarî ya Gel (CHP) hikûmeta hevpeymanî ava bike.

Mehmûd Osman amaje kir ku hikûmeteke berfireh ne mimkûn e û got: “Li Tirkiyeyê her tim aliyê dijbereyê hebû û dê dîsa hebe.”

Osman anî ziman ew dixwaze kurd di hikûmetê de cih bigrin û wiha domand: “Tişta xuya dike ew e ku HDPê dê dîsa benda ji sedî 10 derbas bike û dê di navbera ji sedî 13 û 14yê de dengan bistîne. Lê ev yek nayê wateya ku dê di nav hikûmetê de cih bigre.”

Dr. Mehmûd Osman di sala 1938an de li bajarê Silêmaniyê jidayîk bûye û bijîşk e.

Osman di sala 1962an de bû endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û di sala 1968ê de jî bû Cîgirê Mela Mistefa Barzanî.

Di sala 1980an de Mehmûd Osman ligel çend hevalên xwe Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PASOK) ava kirin.

Dr. Osman di sala 1995an de di navbeynkariya PDK û YNKê kir.

Herwiha ji sala 2004an ve 2 heya li ser lîsteya Kurdistanê parlamenteriya meclîsa Irakê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst