Li Rojavayê Kurdistanê avdan ji Çemê Ceqceq qedexe ye

01-11-2016
Xalid Cemîl Mihemed
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Heseke (Rûdaw) - Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, Şaredariya Gel a bajarê Hesekê di daxuyaniyekê de ragihand ku êdî qedexe ye zeviyên keştûkal û çandiniyê ji ava Çemê Ceqceq bêne avdan.


Li gorî ragihandina Şaredariya Hesekê, ku arasteyî hemû xwedî û cotkarên zeviyên derdora Çemê Ceqceq kiriye, bi mebesta parastina tendirustiya xelkê û berjewendiya giştî, di derbarê avdana zeviyên çandiniyê de, nabe bi yek carê sûd ji Çemê Ceqceq were kirin.


Rêveberiya Xweser diyar kir ji ber nepakiya ava Çemê Ceqceq, wan ev biryar derxistiye, lê gazinên cotkar û xwediyên zeviyan ji vê yekê hene û behsa ziyanên vê gavê dikin, ku di encama vê biryarê de ziyaneke mezin gihiştiye wan û berhemên çandiniyê.


Cotkarê bi navê Bavê Şehîd wiha got: "Vê biryarê ziyaneke mezin gihandiye gelek cotkaran, ji ber ku piraniya wan sermiyanekî bêhtir ji 2 milyon lîreyên Sûrî xistiye van projeyan, lê piştî ku avdan ji Çemê Ceqceq rawestiya, berhem têk çû. Niha jî em nikarin avdaniyê ji Çemê Ceqceq bikin ji ber ku emê bêne ber sizadana darayî û zindanîkirinê."


Şaredariya Hesekê nîşan bi wê yekê da ku çi kesê pabendiyê bi vê yekê neke wê têkeve ber berpirsiyariya yasayî û sizaya darayî. Lê ji aliyê xwe ve cotkar dibêjin av di bîran de tuneye, êdî ew nema dikarin sûdê ji zeviyên xwe bikin.


Cotkar Bavê Elî jî got: "Nêzîkî 300-400 donim zeviya çandiniyê li cem min heye, lê bê av e. Me bîrên 150 metre kola lê av nîne. Em hêvîdar in li biryara xwe vegerin û rê bidine me ji bo avdana ji çem."


Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Rêveberiya Xweser behsa sedemên derxistina vê biryarê dike, ku nexweşî ji ava Çemê Ceqceq çêdibe û ev av metirsiyê li ser tendirustiyê dirist dike.


Endamê Desteya Rêveberiya Xwecihî Alan Mihemed jî wiha axivî: "Qedexekirina avdana zeviyên çandiniyê  ji ava Çemê Ceqceq ji ber wê yekê ye ku ava vî çemî hemû ji avrêjê ye û madeya fosforê di hin berheman de heye, ku nexweşiya penceşêrê dirust dike û ziyanê digihîne tendirustiyê."


Çemê Ceqeceq ji Aliyê Nisêbînê ve derbasî Qamişlo dibe û tevlî Çemê Xabûr dibe, piştre ew bi hev re tevlî Çemê Ferat dibin.


Dirêjiya Çemê Ceqceq ji destpêka derçûna wî, ji Çiyayê Tûr Abidîn, heta digihêje Xabûr, 124 kîlometre ye. Ji wan jî 100 kîlometre di nav zeviyên Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin.


Bêhtir ji 50 hezar donim zeviyên çandiniyê sûd ji ava Ceqceq dikirin, lê niha ev yek qeqdexe bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst