Jinan ji melayan re got: Xeta sor derbas nekin!

01-11-2016
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Mela Wezareta Karûbarên Olî Komîsyona Jinan
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Komîsyona Karûbarên Jinan li Parlamentoya Kurdistanê, ji bo gotarên nav mizgeftê yên li dijî dinan, derbarê 10 melayan de gilînameyek pêşkeşê Wezareta Karûbarên Olî kir.

 

Gotarên beşek ji melayan ên li ser member û televîzyonan, Komîsyona Karûbarên Jinan neçar kir ku derbarê wan de gilînemeyekî amade bikin.

 

10 melayan teşhîra jinan kiriye

 

Parlamenter û Biryardera Komîsyona Karûbarên Jinan li Parlamentoya Kurdistanê Heyat Mecîd ji Rûdawê re ragihand ku di dema borî de beşek ji melayan di gotarên xwe de teşhîra jinan kirine û got: “Niha em derbarê van melayan de belgeyan kom dikin. Heta niha 10 jinan teşhîra jinan kirine. Em van belgeyan jî di nava gilînameya xwe de didin Wezareta Karûbarên Olî.”

 

Li gorî gotina parlamenter Heyat Mecîd, di gotarên xwe de hinek melayan “xeta sor” derbas kirine û jin weke ajal wesif kirine.

 

Mecîd got: “Teşhîrkirina jinan ji aliyê hinek mamostayên olî ve gihiştiye lûtkeyê. Dema mamostayeke ayînî gotareke xirab pêşkeş bike û ji jinan re bêje ajal, divê em jî jê re bêjin STOP!”

 

“Belê teşhîr heye”

 

Hinek ji wan melayan jî naveşêrin ku teşhîra jinan kirine. Mele Îbrahîm Mihemed ku li bajarê Hewlêrê mela û xatibiyê dike dibêje, “Hinek mamosta teşhîra jinan dikin. Ew mamosta piranî behsa cilûbergên jinan dikin lê bi şêweyekî tund û req.”

 

Mele Îbrahîm herwiha diyar dike ku dibe di dema van gotaran de bavên wan jinan jî di nava civatê de bin. Lewma jî ev gotar dûrî zaniest û prensîbên gotarxwendinê ne.

 

Rêveberê Pêwendiyên Wezareta Karûbarên Olî Merîwan Naqşîbendî jî got: “Di destê me de derbarê 10 melayan de belge hene ku teşhîra jinana kirine. Lê ti mamostayekî navê ti kesekî neaniye. An ku teşhîra şexsî nehatiye kirin.”

 

Komîsyoneke taybet ê Wezareta Karûbarên Olî heye ku çavdêriya gotarên meleyan dike.

 

Naqşîbendî dide zanîn beriya niha derbarê wan melayên li dijî jinan gotar xwendine rêşûnên pêwîst hatine kirin û dibgêje: “Li gel me jî teşhîrkirina jinan xeta sor e. ji bilî vê komîsyonan jinan dikare giliyê li dadgehê tomar bike. Eger yasayan jî selmand ku teşhîr heye, em berevaniya ti mamostayekî nakin.”

 

Cîgirê Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê baskê Silêmaniyê Mele Eta Pênciwînî jî dibêje: “Her kesê cilê meleyan liber dike ne firîşte ye. Lê dîsa jî ez bawer nakim ku ti melayekî teşhîra rêxistineke jinan an jî jineke diyar kiribe. Eger derbarê vê de jî belge hebin bila daynin holê.”

 

Pênciwînî herwiha amaje bi wê yekê kir ku jin bixwe jî teşhîra melayan dikin û got:

 

“Weke mînak di semîneran de tiliyên xwe bo tometan dirêjî melayan dikin û dibêjin, hûn sedema tundutîjiya li dijî jinan in. Dema zilamek jina duwem jî tîne dîsa tiliya xwe dirêjî jinan dikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst