Pêvajoya Çareseriyê: Gelo dê mafê perwerdeya bi Kurdî bê dayîn?
Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê xebatên xwe digihîne dawiyê û niha çav li ser pêngavên yasayî ne.
Ji destpêka pêvajoya çareseriyê ve, gelê Kurd li benda destkeftiyan e û dipirse ka dê di encamê de çi bi dest bixe.
Ji xelkê asayî heta akademîsyenan, daxwaza sereke ya Kurdan perwerdeya bi zimanê dayîkê ye.
Siyasetmedarên Kurdan gelek caran vê daxwazê tînin zimên lê berpirsên desthilatê bi gelemperî dayîna vî mafî red dikin.
“Perwerdeya bi zimanê zikmakî hîn ne mimkin e”
Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Mehmet Zahîr Ertekîn li ser mijarê got:
“Pirsgirêka herî mezin ew e ku ev ders tenê wekî derseke bijarte tê dayîn û perwerdeya bi zimanê zikmakî hîn jî ne mimkin e.
Em hêvîdar in ku pêvajoya çareseriyê ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî deriyên xêrê veke.”
Ertekîn her wiha da zanîn ku li zanîngehan beşên Kurdî hene lê hejmara mamosteyên ku tên tayînkirin gelekî kêm e û got, “Heya niha tenê 82 mamoste hatine tayînkirin.”
“Bêyî statuyeke fermî çareserî nîne”
Kordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bulbul jî diyar kir ku xetereyeke mezin li ser zimanê Kurdî heye û çare tenê statuyeke fermî ye.
Mîkaîl Bulbul di berdewamiyê jî de got, “Em dikarin bêjin, eger statuyek ji bo zimanê Kurdî çênebe û Kurd bi awayekî xurt doza zimên nekin, xetereya li ser Kurdî roj bi roj zêdetir dibe.
Pêwîst e hemû partiyên Kurdan û saziyên sivîl di tekoşîna zimên de bi kêmanî statuyekê bixwazin.”
“Bila mafê Tirkmenan bibe mînak”
Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Êlihê Mihemed Seîd Temel jî mafê Tirkmenên li Herêma Kurdistanê wekî mînak nîşan da û got, “Îro em xwediyê vê derê ne. Dersa bijarte çi ye?
Mafê me ew e ku em ji dibistana seretayî heta lîseyê bi zimanê xwe bixwînin.
Ma îro Tirkmen li Başûr bi zimanê xwe naxwînin? Mixabin îro mesele ev e, hemû xapandin e.”
Ji xelkê sivîl û saziyan bigire heta siyasetmedaran, hemû Kurd li ser mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê hemfikir in.
Ew dibêjin ku bêyî dayîna vî mafî, Pirsgirêka Kurdan çareser nabe û wateya pêvajoya çareseriyê jî namîne.