Erdogan li ser hevdîtina bi Heyeta Îmraliyê re daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Me bi DEM Partiyê re hevdîtineke gelekî avaker, berhemdar û ji bo paşerojê hêvîder pêk anî. Înşalah em dê di rojên pêş de bandora vê hevdîtinê bibînin."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê di merasîmekê de axivî.
Erdogan di axaftina xwe de hem pêvajoya nû û hem jî li ser hevdîtina 30ê Çiriya Pêşîn a bi DEM Partiyê re nirxandin.
"Di pêvajoya Tirkiyeya bê teror de me gelek pêşketin bi dest xist"
Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan bal kişand ser xebatên ji bo ewlehiyê û yekîtiya civakî û got, "Xizmetên me ne tenê bi rê, avahî û projeyên jîngehê sînordar in.
Veberhênana me ya herî mezin ji bo biratiya gelê me û ewlehiya welatê me ye."
Erdogan diyar kir ku wekî Hevpeymaniya Cumhur di pêvajoya “Tirkiyeya bê teror” de ku salek berê dest pê kiribû, bi pêşketinên girîng bi dest xistine û got:
"Em hestiyariya hemû beşên civakê, di serî de malbatên şehîdan û xaziyên xwe, li ber çavan digirin. Me ev pêvajo bêyî ku ti qezayek çêbibe, bi serkeftî heta îro anî."
"Me bi DEM Partiyê re hevdîtineke hêvîder kir"
Erdogan, bipêşketinîn derbarê vekişandina gerîlayên PKKyê jî nirxand û got ku yekîneyên pêwendîdar rewşa li qadê ji nêz ve dişopînin.
Serokkomar bal kişand ser hevdîtina 30ê Çiriya Pêşîn û ev gotin anîn ziman:
"Me li koşka xwe şandeya partiya pêwendîdar pêşwazî kir.
Me bi wan re hevdîtineke gelekî avaker, berhemdar û ji bo paşerojê hêvîdar pêk anî.
Înşalah em dê bandora vê hevdîtinê di rojên pêş de bibînin."
"Armanca me Tirkiyeya bê teror û piştre jî herêma bê teror e"
Erdogan tekezî li ser biryardariya ji bo domandina serkeftî ya pêvajoyê kir û got:
"Em dê serdemeke nû bidin destpêkirin ku tê de berdêlên ku gelê me dane pûç nabin û li nav sînorên me û derveyî wan aştî, aramî û biratî serwer dibe.
Em dê pêşî bigihîjin armanca Tirkiyeya bê teror û piştre jî herêma bê teror."
"Nikarin yekîtiya Hevpeymaniya Cumhur têk bibin"
Serokkomar her wiha amaje bi hewldanên manîpulasyonê yên ku Tirkiye di demên dawî de rûbirûyî wan bûye kir û got:
"Ew aliyên ku naxwazin pirsgirêkên nîv sedsalê yên Tirkiyeyê bên çareserkirin, bi taybetî jî rêxistinên FETOyî, hewl didin raya giştî nîgeran bikin.
Lê ew nikarin yekîtiya Hevpeymaniya Cumhur têk bibin."
Daxuyaniya DEM Partiyê
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê 30ê Çiriya Pêşîn bi Serokkomar Erdogan re civiyabû.
Di hevdîtinê de Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin amade bûn.
Piştî hevdîtina ku saetekê ajot, di daxuyaniya nivîskî ya DEM Partiyê de wiha hatibû gotin:
"Di hevdîtinê de, me li ser qonaxa ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye û tiştên ku divê ji niha û pê de bên kirin, bi berfirehî nirxandin.
Em dixwazin bi kêfxweşî diyar bikin ku em di têgihiştin û lihevkirineke dualî de ne ji bo avêtina gavên ku dê pêvajoyê zûtir û saxlemtir bi pêş bixin."