Qedexeya li firokexaneyên Başûr bandorê li Bakûr jî dike

01-12-2017
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Firokexaneya Şirnexê
Firokexaneya Şirnexê
Nîşan Şirnex Firokexane Deriyê Xabûrê
A+ A-

Şirnex (Rûdaw) – Bi qedexekirina geştên esmanî yên firokxaneyên Başurê Kurdistanê, rêwî û geştyarên Başûr niha zêdetir berê xwe didine firokxaneyên Mêrdîn, Amed û Şirnexê. Bi hatina rêwiyên Başurî niha hemû geştên  Balafirxaneya Şerafeddîn Elçî ya Şirnexê  berî 10 rojan tije dibin.

 

Ji aliyeke din ve bi hatina geştyaran gelek caran li ber dergehê Gumrika Xabûrê qelebalix çêdibe.

 

Yunis Ebdulezîz geştyarekî ji Duhokê ye. Berê wî geştên xwe ji balafirxaneya Hewlêrê dikir lê ew neçar maye ji bo çûn û hatina Stenbolê, hat û şevekê li  Cizîrê ma.

 

Ji ber qedexekirina geştên esmanî yên herdu firokxaneyên Hewlêr û Silêmanî, niha geştyarên Başurê Kurdistanê berê xwe dane balafirxaneya Şirnexê.

 

Yunis Ebdulezîz ji Rûdawê re got: "Em duh mexrebê gihîştin Cizîrê. Otomobîla me li otoparka balafirxaneyê mabû û ji ber hatibû girtin, em neçar man li benda sibê bisekinin. Îşev bi neçarî em li Cizîrê li otêlê man."

 

Ji balafirxaneya Şirnexê di heftê de ji bo 2  bajarên Tirkiyeyê Stenbol û Enqereyê 22 geştên balafirê hene. Bi rawestandina geştên Hewlêr û Silêmanî, di 3 balafirxaneyên Bakur yên Şirnex, Mêrdîn û Amedê de, çûn û hatina geştyarên Başurî zêde bûne lê herî zêde çûn û hatin ji Şirnexê ne.

 

Li gor rapora Îdereya Qadên Esmanî yên Dewleta Tirkiyeyê, rêwiyên balafirxaneya Şirnexê ya bi navê Şerafedîn Elçî ji % 65 rêwiyên Başûrî ne û çûn û hatin ji % 92 ji bo bajarê Stenbolê ne.

 

Berpirsê THYê yê Ofîsa Cizîrê Abdullah Ozalp dibêje: "Piştî balafirxaneyên Erbîl û Silêmanî hatine girtin, hemû rêwî hatin vê derê. Niha vî qasî ji bo çûna Stenbolê di geştên me de qerebalixî çêdibin. Herwiha nirxên tîkêtan jî gelek giran bûne, berî niha tîkêtên bi 200- 220 lîreyan derketine 370 lîreyan, yê bilêtan bibîne bi sûde, ji ber ku cîh nîne."

 

Çûn û hatina geştyar û rêwiyên Başûrî, ji ber ku di ser dergehê Gumrika Xabûrê de ye, dergehên Îbrahîm Xelîl û Xabûrê di van rojên dawî de carna tejî û mişt dibe. Şofêrên bazirganî jî dibêjin, divêya karên wan li gor qelebalixê zêdetir bibûya lê ji ber gumrik baş kar nake kar jî sist û lawaz e.

 

Şofêr Mihemed Yural: "Hatin çûyîn zêde bûne lê gumrik pir giran kar dike û îzdiham çêdibin, karê me ji berê baştir nebûye. Ji ber ku em gelek li derî dimînin."

 

Xelkên ber dergehê gumrikê jî ji kontrolên duvdirêj canbêzar bûne û ew jî dibêjin ji ber rawestandina geştên esmanî em li ber dergeh gelek dereng dimînin.

 

Balafira herî dawî ji Hewlêrê ji bo Stenbolê di 29ê meha îlonê de firîbû.

 

(N.S)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst