Li Wêranşarê qeza: Kesek mir, 7 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di qezayeke trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.
Li nêzîkî gundê Tûkê du otomobîlên ku navê ajokarên wan hîn nehatine zanîn û plakayên wan 34 TR 5059 û 16 AUE 120 bûn, li hev xist.
Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Di qezayê de 8 kes birîndar bûn û ew bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.
Ji birîndaran Şaha Aydogdu ji mirinê nehat rizgarkirin.