Pirtûka Fuad Mîranî ya li ser Şoreşa Gulanê hat nasandin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dihokê pirtûka bîranînên Pêşmergeyê Kurdistanê Fuad Mîranî ya bi navê "Peyama Gulanê" di merasîmekê de hat nasandin.
Merasîm ji aliyê Navenda Komateyê ve hat organîzekirin û Berpirsê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî, Pêşmergeyê Dêrîn Zeîm Elî, nivîskarê pirtûkê Fuad Mîranî û Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di merasîmê de axivîn.
"Navenda Komateyê xewnek bû, bû rastî"
Berpirsê Navenda Komateyê Rizgar Kêsteyî got, “Em îro ji bo rêzgirtina li keda Pêşmergeyekî ku 60 sal in bêyî rawestan xebatê dike li vir in.”
Kêsteyî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed kir û got, "Navenda Komateyê xewnek bû lê bû rastî.
Eger alîkariya Cenabê Kak Nêçîrvan Barzanî û Kak Ako Mihemed nebûya, ev xewn pêk nedihat."
Kêsteyî da zanîn ku wan di 4 salan de karîne beşek ji dîroka şoreşa gelê Kurd belge bikin û xebata 355 Pêşmergeyên dêrîn, zîndaniyên siyasî û jinên têkoşer arşîv bikin.
Fazil Mîranî: Em li nîvê rê ne
Fazil Mîranî di axaftina xwe de behsa hevaltiya xwe ya bi Fuad Mîranî re kir û got ew hevalên zaroktiyê ne.
Mîranî diyar kir ku Fuad Mîranî di xebata nehênî û nîv eşkere de rol û bandoreke mezin hebûye û her tim cihê wî yê taybet li cem Serok Barzanî hebûye.
Fazil Mîranî got, "Xwezî Barzaniyê Nemir û Kak Îdrîsê ku her tim li bîra me ye niha bimana û ev roj bidîtina.
Wan temam nekir, em jî niha di nîvê rê de ne. Hêviya me ew e ku Xwedayê mezin gelê me biparêze û hêzeke zêdetir bide me.
Xwedayê Mezin gelê me biparêze û hêzeke zêdetir bide me; partiya me bi hêztir û berfirehtir bike, temenê Serokê me dirêj bike da ku em vê mijarê nîvco nehêlin.
Rêya me dûr e, hinekan nîvê wê birî û xwe feda kir, me nîvê din wergirt û em berdewam in. Em hêvîdar in ku em jî bi temamî radestî xelkê din bikin û ew jî biparêzin."
Zeîm Elî: Pirtûkeke pir biqîmet e
Zeîm Elî jî wekî heval û hevçeperê Fuad Mîranî axivî û got,"48 sal berê me di rewşeke gelekî dijwar de bi hev re xebat dikir.
Ev pirtûk pir biqîmet e, ji ber ku wê demê kêm kes hebûn ku karibin binivîsin. Di wê serdemê de em hemû Pêşmerge nedibûne 200 kes."
Ako Mihemed: Şoreş bi bîr û baweriyê çêdibe
Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di axaftina xwe de bal kişand ser xebata Pêşmergeyan û rola Navenda Komateyê.
Ako Mihemed got,"Navenda Komateyê ew rastî çespand ku heta Pêşmerge hebe, dê Kurdistan jî bimîne. Şoreş bi bîr û baweriyê çêdibe, ne bi çekên mezin û giran.
Duristbûna Komateyê û karên wê hemû karê Pêşmerge ne. Di hişê Pêşmergeyekî çeleng û rewşenbîr de çêbû ku ew jî Rizgar Kêsteyî ye.
Yên alîkariya Kak Rizgar dikin jî zarokên Pêşmerge ne. Piştivanê Navenda Komateyê jî Pêşmerge ye ku ew jî Kak Nêçîrvan Barzanî ye.
Spas ji bo Kak Nêçîrvan Serokê Herêma Kurdistanê û Navenda Komateyê ku rêyeke hêsan ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê lêkoler û fîlmsazên din vekirine da ku gelek mêrxas û dîroka şoreşa Kurdistanê bibînin."
Fuad Mîranî: Min dixwest bîranînan binivîsim
Nivîskarê pirtûkê Fuad Mîranî jî di dawiya merasîmê de axivî û got, "Piştî Raperîna sala 1991ê, min hizir kir ku bîranînên salên xebatê binivîsim.
Wê demê min reşnivîsek amade kir da ku ji bîra min neçin."