Li Qers û Erdexanê berfê lê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê bi barîna berfê re rûyê erdê spîçîl bû.

Li Qersê taviya baranê ya ku êvarê dest pê kir, serê sibehê veguherî berfê.

Bajar bi berfê spîçîl bû û tîman xebata dest bi maliştina berfê kir.

Li navçeya Sarîqamîşê jî berf bariya

Li navenda kaşûnê ya li navçeya Sarîqamîşê stûriya berfê gihîşt 10 santîmetreyan.

Her wiha daristanên çamên zer û nebat jî bi berfê spî bûn, welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe avêt.

Ji aliyê din ve, ji ber qerisîna erdê, hinek wesayît bi zehmetî çûn û zarokên ku keysa xwe li barîna berfê anî jî ji xwe re bi goga berfê lîstin û wan her wiha bûka berfê çêkir.

Li Erdexanê jî berfê lê kir

Li Erdexanê jî li cihên bilind berf bariya.

Doh bi şev li deverên bilind ên Erdexanê berfeke xweş bariya.