Li Herêma Kurdistanê AIDS zêde dibe: Sedem çi ne?
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî tenduristiyê yê Hewlêrê ragihand ku hejmara pêketiyên AIDSê li Herêma Kurdistanê zêde dibe û sedema vê jî bi zêdebûna hejmara niştecihan û bihêzbûna sîstema pişkinînê ve girê dide.
Berpirs her wiha hişyariyê dide welatiyan ku dema diçin berber û navendên bedewkariyê baldar bin.
Berpirsê Beşa Bihêzkirina Tenduristî û Ragihandinê yê Birêvebiriya Xweparastina Tenduristiyê ya Hewlêrê Yasîn Caf beşdarî bernameya Rûdawê bû got:
"Amarên tûşbûna bi AIDSê li Herêma Kurdistanê mîna amarên cîhanî li gorî sala borî zêde bûne."
Sedemên zêdebûn û veguhastinê
Yasîn Caf amaje pê kir ku bilindbûna amaran pêwendî bi zêdebûna hejmara niştecihan û pişkinînên hûr ve heye.
Yasîn Caf derbarê rêyên veguhastina vîrusê de diyar kir ku sedema sereke pêwendiyên zayendî ne lê rêyên din ên wekî bikaranîna amûrên bijîşkî yên pîsbûyî, kel û pelên berber û navendên bedewkariyê (estetîk) û tatokirinê rola wan heye, eger mercên paqijiyê neyên bicihanîn.
Miameleya li gel welatiyan
Yasîn Caf her wiha derbarê kesên ku ji derveyî welêt tên jî got:
"Her kesê biyanî ku tê Herêma Kurdistanê ji bo manê, pişkinîn ji bo wî tê kirin.
Eger derket ku hilgirê vîrusê ye, rê pê nayê dayîn û di nava 2-3 rojan de vedigerînin welatê wî."
Caf li ser tûşbûyên navxweyî de jî got ju tûşbûyên navxweyî hene ku ji aliyê tîmên tenduristiyê ve tên şopandin û çareseriya pêwîst ji bo wan tê dabînkirin.
Hişyarî ji bo berber û navendên bedewkariyê
Yasîn Caf hişyarî da welatiyan û xwest ku ji bo parastina tenduristiya xwe, dema diçin berber û navendên bedewkariyê, kel û pelên xwe yên taybet bi xwe re bibin, çimkî her çi qasî çavdêrî hebe jî metirsiya veguhastina nexweşiyên veguhêz bi rêya kel û pelên pîsbûyî heye.
Sibe dê di konferanseke rojnamegeriyê de hûrgiliyên hejmar û amarên nû yên tûşbûna bi AIDSê li Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî werin belavkirin.