Li Efrînê drama malbatekê: Çekdaran mala wan kiriye baregeh

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Gawendayê yê navçeya Racoyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, welatiyekî Kurd bi hevjîn û zarokên xwe re 6 meh in di dikanekê de dijî.

Feysel Husên Hebeş ji Rûdawê re ragihand ku koma çekdar a Feyleq el Şamê dest daniye ser mala wî ya li gund û mal ji xwe re kiriye baregeh.

“Pereyan dixwazin”

Feysel 6 meh in vegeriyaye gundê xwe lê deriyê mala wî lê girtî ye.

Li gorî gotina wî, çekdaran dest daniye ser mala wî û wan mal kiriye baregeh û ji bo radestkirina malê pereyan jê dixwazin.

Ew welatiyê Kurd amaje bi wê yekê dike ku ew "bi neçarî" li gel hevjîn û zarokên xwe di "dikaneke bê xizmetguzarî de dijîn."

Feysel dibêje ku ew "kesekî hejar e" û şiyana wî tune ku ew pereyên ku jê tê xwestin bide.

Feysel Hebeş bangî aliyên pêwendîdar dike ku alîkariya wî bikin da ku mala xwe wergire.