ENKS: Ji bo hevdîtina bi Şamê re ti soz nehatine dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ji Rûdawê re ragihand ku heta niha ti sozên hevdîtina li gel hikûmeta Sûriyeyê nehatine dayîn.

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif li ser hevdîtinên ENKSyê yên bi Şamê re ji Rûdawê re axivî.

Feysel Yûsif got "Heta vê kêliyê ne li ser daxwaza me û ne jî li ser daxwaza hikûmeta Sûriyeyê ti soz nehatine dayîn.”

Piştî derbasbûna nêzîkî salekê ji ketina rejîma Beşdar Esed û destbikarkirina Desthilata Demkî ya Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed Şer, ti hevdîtin di navbera ENKS û hikûmeta Sûriyeyê de nehatine kirin.

Berdevkê ENKSyê û Endamê Şandeya Hevbeş a Kurdan Feysel Yûsif ji Rûdawê re diyar kir ku li ser daxwaza şandeyê heta niha wan jî bo dan û standinê ti bersiv ji Şamê wernegirtiye.