Nêçîrvan Barzanî: Vekirina Balyozxaneya Swîsreyê pêngaveke girîng e
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Balyozê Swîsreyê yê Îraqê pêşwazî kir û vekirina balyozxaneya wî welatî ya li Bexdayê wekî "pêngaveke girîng" nirxand.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Balyozê Swîsreyê yê Îraqê Daniel Hunn re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî destxweşî li Balyozê Swîsreyê kir û spasiya dubare vekirina Balyozxaneya Swîsreyê ya li Bexdayê kir.
Nêçîrvan Barzanî ev yek wekî "pêngaveke girîng ji bo bipêşxistina pêwendiyên navbera her du aliyan" pênase kir.
Mijareke din a civînê taybet bû bi pêwendiyên aborî.
Her du aliyan tekezî li ser xwesteka dualî ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş a di navbera xwe de kir, bi taybetî jî di warê aborî de.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de behsa "derfeta kar û veberhênana şîrketên Swîsreyî ya li Herêma Kurdistanê hatiye kirin."
Her wiha gotûbêjkirina bipêşketinên dawî yên rewşa herêmê û çend mijarên din ên ku cihê girîngiya hevbeş in, beşeke din ên hevdîtinê bûn.
#VÎDEO - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Swîsreyê yê Îraqê Daniel Hunn re rûnişt
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 1, 2025
🛑 Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî vekirina jinûve ya Balyozxaneya Swîsreyê ya Bexdayê bi kêfxweşî pêşwazî kiriye û ev yek wekî gaveke girîng… pic.twitter.com/OrSPC835jE