Di xwepêşandana Seyid Sadiq de 25 kes birîndar bûn

 

Seyid Sadiq (Rûdaw) – Xwepêşandana îro ya bajarokê Seyid Sadiq ê girêdayî Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê, aloz bû û navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de pevçûn derket, di encamê de 25 kes birîndar bûn. Tê gotin kesek hatiye kuştin lê heta niha ev yek nehatiye piştrastkirin.

Îro (02.01.2014) danê nîvro li bajarokê Seyid Sadiqê yê girêdayî Silêmaniyê, komek xelkê wir li hember kêmbûna xizmetguzarî û bicîhnehanîna hinek daxwaziyên wan ji aliyê berpirsên bajêr ve daketin kolanan û xwepêşandan kirin.

Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, xwepêşanderan avahiya Qaymeqamtiya Seyid Sadiq dan ber keviran ji ber wê jî hêzên ewlehiyê bi ser wan re fîşek teqandin da ku ji hev belav bibin, ev jî bû sedema pevçûna navbera wan û xwepêşanderan.

Li gorî agahiyan, di encamê de 25 kes birîndar bûn ku di nav wan de 5 polîs jî hene. Heta niha jî alozî didome. Her wiha hat gotin ku kesek hatiye kuştin lê heta niha ev  agahî nehatiye piştrastkirin.

Her wiha hat zanîn ku hinek xwepêşander ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û polîsê bajêr daxwaza hêzek din ji Silêmaniyê kiriye.

Berpirsê kargêrî yê nexweşxaneya şehîd Şewket a Seyid Sadiq jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Heta niha 23 birîndar şandine nexweşxanê, di nav wan de xortekî 15 salî heye ku di serê xwe de birîndar bûye û rewşa wî baş nîne ji ber wê jî me şandiye nexweşxaneya Silêmaniyê”.

Daxwaziyên xwepêşanderan ew e ku Seyid Sadiq nekeve ser Parêzgeha Helebce her wiha Qaymeqamê bajêr dest ji kar berde.

Li bajarokê Seyid Sadiq, Tevgera Gorran zêdetirî alîgir heye û li pey wê jî YNK tê.

Bajarokê Seyid Sadiq nêzîkî bajarê Silêmaniyê û nifûsa wê jî Helebce zêdetir e.

Hikûmeta Iraqê çend roj berê biryar da bajarê Helebce bibe navenda Parêzgeha Helebce.