Yek ji birîndarên xwepêşandana Seyid Sadiq jiyana xwe ji dest da

02-01-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn yek ji birîndarên aloziyên îro yên bajarokê Seyid Sadiq ê girêdayî bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Xwepêşandana îro ya bajarokê Seyid Sadiq ku li dijî kêmbûna xizmetguzarî û bicîhnehanîna daxwaziyên xelkê bajêr ji aliyê berpirsên wê deverê ve hatibû sazkirin, vegeriya pevçûn û aloziyê.

Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, di aloziyan de 25 kes birîndar bûn ku rewşa yek wan giran bû.

Lê hat gotin ku ew birîndar ku xwendekarekî 27 salî û navê wî jî Biryar Hesen bû, jiyana xwe ji dest da.

Bi vî awayî, di bûyerên îro yên Seyid Sadiq de kesek mir û 24 kes jî birîndar bûn. Di nav birîndaran de 5 polîs jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst