ENKS bang li Îtilafa Sûriyê kir, nûnerên kurd ji nav xwe bavêje!
Qamişlo (Rûdaw) - Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Hevpeymaniya Dijbereya Sûriyê (Îtilaf) xwest, 3 nûnerên Kurd ji Îtilafê bên avêtin.
ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand ku wê nameyek ji Serokê Îtilafê Hadî El-Behra re şandiye û daxwaz kiriye ku Goman Hisên ku endamê polîtbîroya El-Partî ye û Ehmed Çeto ku endamê polîtbîroya partiya El-Wehde ye ji Îtilafê bên dûrxistin ji ber ku herdu partiyên wan ji ENKSê hatine derxistin.
ENKSê di nameya xwe de gotiye ku ewê piştre navên du kesên din li şûna Goman Hisên û Ehmed Çeto diyar bike.
Li ser pirsa dûrxistina nûnerên ENKSê di Îtilafê de Goman Hisên ji Rûdawê re ragihand ku ew heta niha li ser karê xwe berdewam in û tekez kir ku biryara dawî di destê Îtilafê de ye.
ENKSê her wiha ji Îtifalê xwestiye ku nûnera ENKSê di Îtilafê de Hîvrûn Şerîf jî were dûrxistin û Mihemed Elî Îsa li şûna wê were danîn.
Tê zanîn, ENKSê bi hêceta ku di hilbijartina endamên Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê de dengên xwe dane TEV-DEMê, partiyên El Wehde, El Partî û Wîfaq ji nav xwe derxistibû.