HSD û Koalîsyonê li Reqayê operasyonek kir: Xelef Hisên Îbrahîm hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan û Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê operasyoneke hevpar kiriye û gelek endamên DAIŞê girtine.
HSDyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku hêzên wan bi hevahengiya hêzên Koalîsyonê li gundê Meşlebê yê nêzîkî Reqayê operasyoneke ewlehiyê ya serkeftî li dijî şaneyeke DAIŞê kiriye.
Di encama operasyonê de endamê yekîneya çêkirina bombeyan a DAIŞê Xelef Hisên Îbrahîm hat girtin.
Li gorî daxuyaniyê, Îbrahîm li xwe mikur hatiye ku wî teqemenî çêkirine û li dijî HSD û hêzên Koalîsyonê bi kar anîne.
Her wiha wî daye zanîn ku wî teqemenî li şaneyên din ên DAIŞê belav kirine.
Hêzên HSDyê di operasyonê de dest danî ser gelek çek, cebilxane, alavên pêwendiyê û belgeyên şexsî.
Daxuyaniya CENTCOMê
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) roja Sêşemê ragihandibû ku wan bi hevparên xwe yên herêmî re li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rêzeoperasyon kirine.
CENTCOMê diyar kiribû ku di operasyonên 9 rojan de herî kêm 7 gumanbarên DAIŞê hatine kuştin û gelek kes jî hatine girtin.
HSDyê roja Çarşemê di daxuyaniya xwe ya dawiya salê de ragihandibû ku wan sala 2025an li dijî şaneyên DAIŞê 163 operasyonên ewlehî û leşkerî kirine.
Di encama operasyonan de bi dehan çekdar hatine girtin an jî kuştin ku 3 ji wan serkirdeyên payebilind bûne.