VÎDEO - Li Amedê di tankerekê de 32 koçber hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, di tankereke bermahiyan de 32 koçberên ku hatibûn veşartin hatin dîtin û desteserkirin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û Deriyên Sînorî ya Birêvebiriya Ewlehiyê li ser gumanê tankereke bermahiyan rawestand.
Di kontrolên ku bi amûrên teknîkî hatin kirin de, hat diyarkirin ku koçber di beşên taybet ên tankerê de di şert û mercên nemirovî de hatine bicihkirin.
Di encama xebatên dirêj de 32 koçberên Efxan ji tankerê hatin derxistin.
Derbarê koçberan kar û barên dersînorkirinê hatin destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de 5 gumanbarên ku qaçaxçîtî dikir hatin desteserkirin û polîsand dest danî ser tankerê.
Piştî kar û barên li ewlehiyê gumanbar sewqî dadgehê hatin kirin.
Dadgeriyê derbarê 4 gumanbaran biryara girtinê da û gumanbarek jî bi şertê "hepsa malê" û kontrola dadî hat berdan.