Dogan Hatun: Kêmasiyên me hebûn ez ji gelê me lêborînê dixwazim

Hewlêr (Rûdaw) - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun eşkere kir ku di warê paqijkirina berfê de kêmasiyên wan hebûn û ji ber wê yekê ji xelkê Amedê lêborîn xwest.

Li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf û pûkê rêya 2 hezar û 791 gund û gundikan girtiye.

 Kar û barên vekirina rêyan didomin lê tîm gelek caran pê re nagihîjin ji ber ku berf bêrawestan dibare.

Li parêzgehên Wan, Bedlîs, Mûş, Çewlîg, Xarpêt, Sêrt, Şirnex, Êlih,Mêrdîn û Colemêrg ê berfeke zêde dibare.

Li Amedê jî piştî 53 salan berfeke qerase bariya û jiyana li nav bajar rastî astengiyên mezin hat.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun li ser rewşa dawî û rexneyên li hemberî şaredariyê pirsên Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak bersivandin.

"Piştî 53 salan berfeke wisa zêde bariya"

Dogan Hatun diyar kir ku li navenda Amedê piştî 53 salan berfeke wisa zêde bariya û got:

"Bi rastî jî îro roja pêncan e, piştî 53 salan berfeke wisa zêde li Amedê li nav bajar bariya.

Me amadehiya xwe kiribû lê berf ji ya ku me hesab dikir zêdetir bariya û em ketin kêmasiyê de.

Ez ji ber vê yekê lêborînê ji gelê xwe dixwazim."

Hatun bal kişand ser pirsgirêkên trafîkê û anî zimên ku li ser rêya Riha û Farqînê ji ber qulibîna tirekê trafîk felc bûye.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Amedê destnîşan kir ku ew rê ne di bin berpirsyariya şaredariyê de ne lê di bin ya serweriya Birêvebiriya Rêyên Bejahî de ne.

"Qeyûman makîneyên me firotine"

Hevşaredarê Amedê rexne li serdema qeyûman girtin û eşkere kir ku makîneyên şaredariyê hatine firotin:

Dogan Hatun di berdewamiyê jî de got,"Makîneyên me yên ji bo berfê kêm in. Dema qeyûm de biryar girtine û gotine 'li vî bajarî berf nabare' û greyder û makîneyên me firotine.

Makîneya me ya herî nû ya sala 2010an e. Di nava 15 salan de ti makîneyeke nû nehatiye standin."

Hatun da zanîn ku roja ewil 180 karmend li qadê dixebitîn lê paşê wan ev hejmar derxistine 850 kesan.

Hatun got ku niha 65 makîneyên wan li nav bajar rêyan paqij dikin û 800 karmend jî bi bêran peyareyan paqij dikin.

“Xwê piştî paqijkirina berfê tê avêtin”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê li ser rexneyên "çima xwê li rêyan nayê reşandin" jî got:

"Di warê teknîkî de, xwê li ser berfê nayê reşandin. Pêşî berf tê paqijkirin û paşê ji bo ku nebe qeşa xwê tê reşandin.

Me heta niha 3 hezar ton xwê li navçeyan belav kiriye û îro jî 6 kamyonên din ên xweê hatin."

Dogan Hatun di dawiyê de diyar kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan 24 saetan dixebitin û daxwaz ji aliyên siyasî yên wekî AK Partî û HUDA PARê kir ku agahiyên şaş û "beexlaqî" belav nekin û gel li dijî wan sor nekin.