Li Diyalayê pevçûna du malbatan: 5 kuştî û 11 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) -  Diyalayê ji ber pirsgirêkeke civakî ya di navbera du malbatan de şerê pevçûna derket.

Li gorî daxuyaniya Polîsê Diyalayê, di encama şer de 5 kes hatin kuştin.

Birêvebirê Ragihandinê yê Polîsê Diyalayê Tuxyan Heysem Şemerî ji Rûdawê re ragihand ku li nahiyeya Xan Benî Sedê ya Bequbayê di şerê pevçûnê de 5 kes hatine kuştin û 11 kes jî birîndar bûne.

Tuxyan Heysem got, “Şer ji ber pirsgirêkeke civakî ya di navbera du malbatên eşîra Xefaceyê de derketiye û pevçûna çekdarî çêbûye.”

Birêvebirê Ragihandinê yê Polîsê Diyalayê li ser rewşa birîndaran got, “Rewşa hinek birîndaran giran e û niha li Nexweşxaneya Bequbayê tên dermankirin.”

Heysem her wiha da zanîn ku hêzên polîs û artêşê li herêmê hatine belavkirin û çend tohmbetbar jî hatine desteserkirin.