Fetî Yildiz: Dema HSDyê bi dawî bû
Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz ragihand ku dema ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatibû dayîn ku bi hikûmeta navendî ya Sûriyeyê re li hev bike bi dawî bûye.
Cîgirê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê rewşa dawî ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û Peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de daxuyaniyek belav kir.
Yildiz amaje bi wê yekê kir ku HSD di bin serkirdayetiya Mezlûm Ebdî de sêyeka axa Sûriyeyê kontrol dike û îdia kir ku vê yekê bi piştgiriya Amerîka û Îsraîlê dike.
"Dem dawiya meha Kanûna Pêşîn bi dawî bû"
Fetî Yildiz bal kişand ser peymana HSD û hikûmeta Şamê û got:
"Ji bo entegrasyona saziyên sivîl û leşkerî ya nav hikûmeta navendî, 10ê Adara 2025an peymaneke ji 8 xalan li gel birêvebiriya Sûriyeyê hatibû îmzekirin.
Dema ku ji bo bicihanîna vê peymanê hatibû dayîn, dawiya meha Kanûna Pêşîn bi dawî bû."
Cîgirê Serokê MHPyê diyar kir ku herêmên di bin kontrola HSDyê de ji aliyê petrol, gaz û çavkaniyên avê ve gelekî dewlemend in û anî ziman:
"Ev yek li pêşiya bipêşketin û başbûna Sûriyeyê astengiyeke mezin e."
Îdiaya "Korîdora Dawûd"
Fetî Yildiz di daxuyaniya xwe de Îsraîl bi çêkirina kaosê ya li herêmê tohmetbar kir û got:
"Îsraîl hewl dide ji Siwêdayê ber bi herêmên PKK/HSDyê yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê korîdorekê veke ku jê re 'Korîdora Dawûd' tê gotin."
Yildiz her wiha îdia kir ku Îsraîl bi dagirkirina Çiyayê Hermonê dixwaze Sûriyeyê ji başûr û rojhilat ve dorpêç bike û xwe bigihîne sînorên Tirkiyeyê û got, "Ev rewş ji bo herêmê gefeke mezin e."
Yildiz di peyama xwe de cih da gotinên Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler jî ku gotibû:
"Helwesta dewleta me di vê mijarê de zelal e.
Em rê nadin ku ti rêxistinên terorê, bi taybetî PKK/YPG/HSD, li herêmê çalakiyên xwe bidomînin yan jî rewşeke defacto ava bikin.
Armanca me ya dawî tesfiyekirina temamî ya rêxistinên terorê ye ku hêviya hevbeş a 86 milyon welatiyên me ye."