Bermahiyên şerê Îran û Îraqê: Li gundekî Kurdistanê hawan hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Kokoyiyê yê navçeya Derbendîxanê ya parêzgeha Silêmaniyê depoyeke kevn a hawan û mayînan hat dîtin ku dîroka wê vedigere serdema şerê Îran û Îraqê.

Qaymeqamê Derbendîxanê da zanîn ku wan Birêvebiriya Mayînan agahdar kiriye ku wan rakin.

Li gundê Kokoyiyê di dema lêkirina xaniyekî de zêdetirî 20 hawanên 120 milîmetreyî hatin dîtin.

Hîn jî gelek hawan û parçeyên din ên teqemeniyê di bin erdê de mane.

Welatiyê bi navê Xelîl Osmanê ku hawan derxistine ji Rûdawê re got:

"Xizmekî me xaniyek çêdikir, ji min re got ku hawanek li vir e.

Dema me lê nihêrî û me xwest em dûr bixin da ku ziyanê nede.

Me dît ku çend heb in û hejmara wan ji 20î zêdetir bû, lewma me yekser Asayîş agahdar kir."

Berê jî li wî gundî gelek parçe hawan û mayînên din hatibûn dîtin.

Şêniyê gund Selam Ehmed ji Rûdawê re da zanîn:

"Di dema şerê 8 salan ê Îran û Îraqê de, li vir şerekî mezin çêbûye.

Ev dever baregeha artêşa Beasê bû û hêzeke zêde lê hatibû bicihkirin."

Piştî dîtina teqemeniyan, Qaymeqamê Derbendîxanê Birêvebiriya Mayînan agahdar kiriye ku tîmên xwe bişînin û herêmê paqij bikin.

Qaymeqamê Derbendîxanê Silêman Mihemed ji Rûdawê re ragihand:

"Li gorî zanyariyên me, li wê deverê bi berdewamî mayîn hene.

Kar tê de hatiye kirin ji bo paqijkirinê lê hinek cihên wê asê ne û hîn tevahiya deverê ji mayîn û teqemeniyan nehatiye paqijkirin."

Gundê Kokoyiyê dikeve ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û di serdema şerê Îran û Îraqê de wekî qada şer hatiye bikaranîn.