Li Bakurê Kurdistanê jiyan rawestiya: Rêyên 4 hezar û 786 gundan girtî ne
Hewlêr (Rûdaw) - Li 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber berf û bagerê jiyan rawestiya û rêyên 4 hezar û 786 gund û mezrayan hatin girtin.
Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Çewlîg, Xarpêt, Sêrt, Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Erzirom, Qers, Erdexan, Erzingan, Îdir û Dêrsimê şert û mercên giran ên zivistanê bandoreke neyînî li jiyanê dikin.
Li gorî daxuyaniyên fermî, li wan 16 parêzgehan bi giştî rêyên 4 hezar û 786 gund û mezrayan ji ber berfê girtî ne.
Li Erzirom û Wanê rewş xerab e
Li Erziromê ji ber berf û bagerê rêyên 924 gundan û li Wanê jî rêyên 625 gundan girtî ne.
Li Colemêrgê stûriya berfê li navendê gihîşt metreyekê û li cihên bilind jî 2 metreyan; rêyên 357 gundan girtî ne.
Her wiha li Erzinganê 449, li Mûşê 368, li Dêrsimê 298, li Bedlîsê 294, li Qersê 214, li Erdexanê 65 û li Îdirê jî rêyên 45 gundan girtî ne.
Tîmên Birêvebiriya Taybet a Bajaran û şaredariyan ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.