Li Loristanê gelek xwenîşander hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Dadê yê Parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku li bajarên Ezna û Delfanê hejmarek kes bi tohmeta derxistina tevliheviyê hatine desteserkirin.

Birêvebirê Dadê yê Parêzgeha Loristanê Seîd Şehwarî îro ragihand ku rojên borî hejmarek kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin û û wan ferman daye dadgehan ku bi lez û tund biryarê li ser dosyeyên wan bidin.

Birêvebirê Dadê yê Parêzgeha Loristanê xwenîşanderên wê parêzgehê wekî "têkder" pênase dike û dibêje:

"Em dê li hemberî wan kesan nermiyê nîşan nedin ku ewlehî û aramiya civakê têk didin û dijatiya prensîbên desthilata Îranê dikin."

Li gorî gotina Birêvebirê Dadê yê Loristanê, piraniya desteserkiriyan ji bajarên Ezna û Delfanê ne.

Beşek ji wan kesên ku hatine desteserkirin, bi "çalakiya çekdarî" tên tohmetbarkirin.

Alîkarê Fermandarê Polîsên Loristanê Yûsif Ehmedîpûr jî ragihand:

"Roja pêncşemê di xwenîşandanekê de ku li bajarê Xuremabadê yê navenda parêzgehê hat lidarxistin, wan kesek desteser kiriye ku çek pê re bûye."

Ji çarşemê ve, xwenîşandan û nerazîbûnên li dijî xerabbûna rewşa aborî li parêzgeha Loristanê dest pê kirine û xwenîşander li dijî desthilata Îranê dirûşman dibêjin.

Li Kûhdeşt û Delfana wê parêzgehê heta niha 4 welatî bi guleyên hêzên Îranê hatine kuştin.