Semsûr: Kanaleke televîzyonê piştî erdhejê di bin konan de weşanê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Gozde TV kaneleke herêmî ya televîzyonî ya parêzgeha Semsûra Bakurê Kurdistanê ye.

Erdhejên wêranker ên 6ê Sibatê zerereke zêde gihand avahiya televîzyonê û karmendên wê bê ban û sîwan hiştin.

Wan dest ji karê xwe berneda û zêdetirî 360 roj in di bin kon û çadiran de weşana xwe berdewam dikin.

Rêveberê Gozde TVyê Burak Cansel got:

“Di erdhejê de avahiya me zerereke mezin dît û biryara hilweşandina wê hat dayîn. Me li vê derê ji xwe re konek dît û 3-4 konteyner dabîn kirin.

Niha rejî û navenda nûçeyan li konteynerê ne û studyoyaya me jî di çadirê de ye. Hinek caran di weşana zindî de ava baranê û ajelên li kolanê dikevin studyoya me û em bi vî rengî berdewam dikin.

Em di zivistanê de rûbirûyî sermayeke zêde dibin û ji ber wê em hewl din weşanên xwe kurt bikin.”

Di erdhejê de hejmarek xebatkarên televîzyonê canê xwe ji dest da.

Herwiha beşeke zêde ya kelûpelên wê jî ji nav çûn.

Tevî zor û zehmetiyan ji roja erdhejê ve dengê mexdûrên erdhejê digihîne raya giştî û cîhanê.

“Me dengê wan jî gihand”

Xebatkara kanalê Rabia Akarê jî anî ziman:

“Di erdhejan de gelek kesan hezkiriyên xwe ji dest dan. Me jî gelek heval û kesûkarên xwe ji dest dan.

Tevî vê yekê jî ji bo ku dengê me bê bihîstin me berdewamî bi karê xwe da. Me di şert û mercên zehmet de kar kir.

Me hewl da xwe bigihînin ew kesên ku pêwendî bi me kirine û me dengê wan jî gihand.”

Kanal berî 3 salan hatiye damezrandin.

Li Semsûrê bi şevan germahî heta bin sifirê dadikeve û bêjerên televîzyonê berî pêşkêşkirina nûçeyan xwe li ber sobeyê germ dikin.

Berpirsên kanalê dibêjin ew neçar in ku dema mêvan di weşanê de ji ber sermayê weşanê kurt bigirin û daxwaz dikin di demeke kurt de avahiyeke nû ji wan re bê çêkirin.