Ahmet Davutoglu: Heta niha 691 hezar welatî di konteyneran de dijîn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu got, “691 hezar welatî di konteyneran de dijîn.”
Ahmet Davutoglu li ser rewşa mexdûrên erdhejê got,"Eger dewletek piştî erdhejê bi 2 salan 691 hezar welatiyên xwe neçarî konteyneran bike, wate ew e ku wê dewletê erka xwe bi cih neaniye."
Ahmet Davutoglu li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di civîna herêmî ya partiya xwe de axivî û behsa erdhejên Mereşê yên 6ê Sibata 2023yan kir.
Serokê Partiya Paşerojê behsa hikûmet bi xemsariyê tohmetbar kir û got:
"Tevî ku di ser erdhejên Mereşê re 2 sal derbas bûne heta niha 691 hezar welatî di konteyneran de dijîn.
Eger dewletê piştî erdhejê bi 2 salan 691 hezar welatiyên xwe neçarî konteyneran kiriye, wate ew e ku wê dewletê erka xwe bi cih neaniye."
“Dema hesabpirsînê hatiye”
Davutoglu amaje pê kir ku wê demê ji ber karesatê siyaset nekirine lê 2 sal derbas bûne û dema hesabpirsînê hatiye.
Ahmet Davutoglu wiha berdewam kir:
"Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wê demê got ku 'em dê di nav salekê de 319 hezar xaniyan radestî xelkê bikin.'
Di nav 2 salan de heta niha 202 hezar xanî radest kirine. Bi tevahî îhaleya 358 hezar xaniyan hatiye kirin.
Di nav salekê de 319 hezar xanî radest bikirana lê di nav 2 salan de îhaleya 358 hezar xaniyan kirine.
Sozê didin û dibêjin, em dê sala 2025an 452 hezar xaniyan ava bikin.”
Serokê Partiya Paşerojê eşkere kir ku li Meletiyê 120 hezar welatî di konteyneran de dijîn.