Asayîşa Sûriyeyê îro dikeve nav Hisîça û Qamişloyê

Hewlêr (Rûdaw) - Rêkeftina HSD û Şamê îro dest pê dike û li gorî rêkeftinê endamên asayîşa Sûriyeyê dê îro ji bo destpêkirina kar û barên entagrasyonê bikevin nav Hisîça (Hesekê) û Qamişloyê.

Li Qamişloyê amadehî ji bo hatina hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê tên kirin.

Berpirsekî Rêveberiya Xweser: 250 endam

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Welatên Kendavê Sîhanok Dîbo ji Rûdawê re ragihand, di navbera 200 û 250 endamên hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê, bi çekên sivik dikevin nav Hisîçayê û ew gav wekî beşeke yekxistina sazî û dezgehan tê dîtin.

Sîhanok Dîbo diyar kir ku Deriyê Sînorî yê Sêmalka û Balafirgeha Qamişloyê dê bi şêweyekî hevbeş werin birêvebirin.

Qedexe

Li Hisîça û Qamişloyê 2 rojan qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li gorî rêkeftinê, hêzên ewlehiya Sûriyeyê dikevin navenda her du bajarên Hisîça û Qamişloyê û "çargoşeya ewlehiyê" ava dikin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ragihand ew dê li bajarên Hisîça û Qamişloyê qedexeya giştî ya derketina derve bisepînin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn armanca biryarê bi rengê “parastina ewlehî, aramî û canê welatiyan” destnîşan kir.