Li Hisîça û Kobaniyê dê hilbijartin kengî bên kirin?
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Meclisa Gel a Sûriyeyê diyar kir ku her dema rewşa ewlehiyê li Hisîça û Kobaniyê asayî bibe, ew dê hilbijartinên parlamentoyê li wan deveran bikin.
Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinan Newar Necme îro ji medyaya Sûriyeyê re ragihand ku komîte amadehiyan dike da ku piştî baştirbûna rewşa ewlehiyê, hilbijartinan li parêzgeha Reqayê bi serpereştiya dewleta Sûriyeyê temam bike.
Newar Necme got, heta ku rewşa ewlehiyê li parêzgeha Hisîçayê û herêma Kobaniyê jî aram bibe, dê hilbijartinên Meclisa Gel li wan deveran bên temamkirin.
Hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyeyê 5ê Çirya Pêşîn a 2025an hatibûn kirin.
70 endam bi fermana yasayî tên diyarkirin
Hejmara giştî ya kursiyên Meclisê 210 kursî ne.
140 endam bi rêya hilbijartinê tên diyarkirin; 70 endamên din jî bi rêya "Fermana Yasayî" (Ehmed Şer) tên destnîşankirin.
Li gorî îdiaya desthilata Sûriyeyê, ev yek ji bo misogerkirina nûneratiya pispor û teknokratan e.
21 kursî vala man
Di roja hilbijartinên sereke de, hemû kursiyên ku ji bo hilbijartinê hatibûn veqetandin nehatin dagirtin.
Ji ber rewşa ewlehî û siyasî ya li hinek herêman hilbijartin nehatin kirin û 21 kursî vala man:
Parêzgeha Hisîçayê: Li piraniya deverên parêzgehê û deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de hilbijartin hatin bi paşxistin (ji bilî devera Serê Kaniyê ku piştre di 23yê Çiriya Pêşîn de hilbijartin lê hatibûn kirin).
Parêzgeha Reqayê: Hilbijartin li piraniya deverên wê hatin paşxistin (ji bilî herêma Girê Spî ku piştre di 23yê Çiriya Pêşîn de hilbijartin lê hatibûn kirin).
Parêzgeha Siwêdayê: Kursiyên ji bo vê parêzgehê hatibûn veqetandin, ji ber alozî û xwenîşandanên herêmî vala man.
Herêma Kobaniyê: Hilbijartinên li vê herêmê jî hatibûn paşxistin.