Şandeya Şamê li Hisîçayê ye: Pêngavên yekem ên peymanê tên avêtin
Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Wezareta Karên Navxwe ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê gihişt bajarê Hisîçayê (Hesekê) yê Rojavayê Kurdistanê û bi berpirsên Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) re civiya.
Şandeyeke Wezareta Karên Navxwe ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di çarçoveya bicihkirina peymana 30ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî de îro derbasî Hisîçayê kê bû.
Şandeya ku ji hêzên ewlehiyê yê Sûriyeyê pêk tê, bi hevahengiya Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) a Hisîçayê çû avahiya Trafîkê ya bajêr û li wir civîneke ji çapemeniyê re girtî dest pê kir.
Beriya ku civîn dest pê bike, Birêvebirê Hêzên Ewlehiya Navxwe yê Sûriyeyê yê Parêzgeha Hisîçayê yê ku ji aliyê hikûmeta demkî ve hatiye tayînkirin Marwan Elî û Birêvebirê Giştî yê Asayîşê Siyamend Efrîn (Mehmûd Xelîl Elî) pirsên rojnamegeran bersivandin.
“Armanc rawestandina şer e”
Siyamend Efrîn diyar kir ku ew peymana di navbera HSD û hikûmeta demkî de bi cih tînin.
Siyamend Efrîn destnîşan kir ku armanca vê rêkeftinê rawestandina şer û rêgirtina li ber rijandina xwînê ye di navbera her du aliyan de û anî ziman ku şer zererê dide her du aliyan.
Siyamend Efrîn bi bîr anî ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ji sala 2011an ve zêdetirî 22 hezar şehîd û 30 hezar birîndar dane û tekez kir ku "Xwîna wan şehîd û birîndaran vala naçe."
Her wiha Siyamend Efrîn da zanîn ku ji bo xebatên "tevlîkirina hêzan" (entegrasyon) komîteyek hatiye avakirin û ev komîte hatiye herêmê da ku wê pêvajoyê temam bikin û paşê vegere cihê xwe.
“Dê nakokî ji holê rabin”
Marwan Elî jî got, "Ez bawer dikim ku ev hevahengî dê nakokiyan ji holê rake. Rojên pêş dê teqez aramiyê pêk bîne."
Di çarçoveya peymana giştî ya ku di navbera HSD û hikûmeta Şamê de hatibû îmzekirin, hêzên polîs û ewlehiya navxwe yên ser bi Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ve îro derbasî bajarê Hisîçayê bûn.
Hat ragihandin ku niha rewşa bajarê Hisîçayê aram e.
Welatiyên bajêr bi temamî pêbendî qedexeya giştî ya hatûçûnê ne.