Meksîm Îsa: Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê dê demekê li Hisîça û Qamişloyê bimînin
Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger Meksîm Îsa derbarê rewşa ewlehiyê ya li Hisîça (Heseke) û Qamişloyê û lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêvebirina nû ya Şamê de agahiyên girîng dan.
Meksîm Îsa diyar kir ku li gorî rêkeftina di navbera HSD û desthilatdariya niha ya Şamê de, hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê dê li Hisîça û Qamişloyê bimînin.
Îsa destnîşan kir ku ev rewş dê bi awayekî demkî bidome û got: “Ev hêzeke bi qasî 200 kesan e; 100 li Qamişloyê û 100 jî li Hesekê ne. Ev pêvajo wekî entegrasyona hêzên Asayîşa Rêveberiya Xweser a di nav hêzên ewlehiya Sûriyeyê de tê dîtin û dê bi rê ve biçe.”
“Kontrola bajaran dê di destê Asayîşê de be”
Li gorî agahiyên ku Îsa dane, kontrolkirina bajarên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê dê di destê hêzên Asayîşê de bimîne.
Îsa eşkere kir ku ne mentiqî ye HSD li herêma xwe bimîne û bibe lîwaya çaran lê artêşa Sûriyeyê derbasî herêmê nebe.
Rojnameger Îsa destnîşan kir ku li gorî lihevkirinê, hêzên ku dê ewlehiya bajaran biparêzin dê her ji xelkê herêmê bin.
Rojnamevan Meksîm Îsa bal kişand ser bilindkirina alaya Sûriyeyê û sembolên Kurdî û got ku ev yek nîşaneya lihevkirinê ye.
Îsa bi bîr anî ku bilindkirina alayan ne tiştekî nû ye lê niha di çarçoveya lihevkirinê de bi awayekî zelaltir tê kirin.
“Desthilata Şamê demkî ye”
Rojnameger Îsa diyar kir ku ew ji bo paşerojê bi guman e û wiha pê de çû:
“Ez bi ti awayî bawer nakim ku ev desthilatdariya Şamê ya niha mayînde be.
Rewşa Sûriyeyê niha di nav krîzeke mezin de ye û ne destûr, ne dewlet û ne jî hikûmeteke rasteqîn heye.
Her tişt niha li ser bingeha lihevkirinên demkî dimeşe.”
Meksîm Îsa her wiha rexne li aliyê siyasî yê Kurdan girt û anî zimên ku pêwendiyên wan ên bi Amerîkayê re di vê pêvajoyê de lawaz bûn.
Îsa destnîşan kir ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê nexşekirin û divê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî biparêzin.
Rojnamegerê Kurd diyar kir ku divê Kurd li gorî guherînên li herêmê û siyaseta dewletên wekî Tirkiye, Îran, Îraq û Erebistana Siûdî amade bin da ku destkeftiyên xwe biparêzin.