Serok Barzanî û şandeya Çarçoveya Hevahengiyê li hev civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî îro li Pirmamê şandeyeke bilind a Çarçoveya Hevahengiyê pêşwazî kir.
Şandeya ku ji Serokê Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşxistinê Mihemed Şiya Sûdanî, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedirê Hadî Amirî, Serokê Hevpeymaniya Esasê Muhsin Mendelawî û Sekreterê Giştî yê Çarçoveya Hevahengiyê Ebas Razî pêk dihat bi Serok Barzanî re civiya.
Aliyan di civînê de rewşa siyasî ya Îraqê, pêngavên pêvajoya siyasî, hilbijartina Serokkomarê Îraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqa Federal gotûbêj kir.
Serok Barzanî derbarê mijara Serokkomariyê Îraqê tekez kir ku posta Serokkomariyê para Kurdan e û divê ji bo hilbijartina wî mekanîzmayeke diyar were destnîşankirin û çespandin.
Serok Barzanî anî zimên ku divê ev mekanîzm were diyarkirin da ku her car pêvajoya siyasî rûbirûyî pirsgirêkan nebe û namzedê Serokkomariyê li gorî wan mekanîzmayan were hilbijartin.
Rewşa siyasî û guherînên dawî yên li Sûriyeyê û herêmê bi giştî û hevahengiya di navbera aliyên siyasî de mijarên din ên civînê bûn.
Hêjayî gotinê ye ku di civînê de Cîgirên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, Berpirsê Desteya Birêvebir a PDKyê Fazil Mîranî, endamên Desteya Birêvebir Hoşyar Zêbarî, Mehmûd Mihemed û Sîdad Barzanî û her wiha endamê Polîtburoya PDKyê Fuad Husên amade bûn.