PWK: Tevî zehmetiyan jî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê dê bi ser bikeve
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand ku tevî zehmetîyan jî berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê dê bi ser bikeve.
Buroya Ragihandinê PWKyê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û peymana ku 30ê Kanûna Paşîn a 2026an di navbera HSD û birêvebiriya Şamê de hat îmzekirin daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Tevî zehmetîyan jî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê dê bi ser bikeve.
PWKyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev peyman bi navbeynkarî û piştgiriya Amerîka, Fransa, Herêma Kurdistanê û hinek hêzên din ên navneteweyî hatiye îmzekirin û got:
"Em di pêvajoyekê re derbas dibin ku konjonktura jeopolîtîk a li cîhanê û Rojhilata Navîn li dijî Kurdan bi pêş dikeve.
Konsepta navneteweyî ya li dijî Kurdan û bi taybetî Amerîka li Rojavayê Kurdistanê li şûna Kurdan, zêdetir siyaseteke ku birêvebiriya Şamê diparêze dimeşîne."
"Biryareke ehvenî şer e"
PWKyê destnîşan kir ku di atmosfereke wiha de îmzekirina vê peymanê li şûna şer, ji bo gelê Kurd "biryareke ehvenî şer e " (bijardeya di navbera du xerabiyan de ya baştir) û wiha berdewam kir:
"Ev peyman, ji bo ragihandina agirbesteke mayînde, çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê, rakirina dorpêçên li ser Hisîça, Qamişlo û Kobaniyê û rêlibergirtina metirsiya komkujiyan zemîneke ku di berjewendiya Kurdan de ye çêdike.
Her wiha bi vê peymanê Kurdên ku neçar mabûn ji Efrîn, Girê Spî, Şêx Meqsûd, Eşrefiye, Serê Kaniyê û deverên din derkevin, dê karibin vegerin bajar û gundên xwe. Ev jî xaleke girîng e."
"Mafên bingehîn nehatine bicihkirin"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî hinek xalên erênî, naveroka peymanê ji çarçoveya siyasî ya Konferansa Qamişloyê ya 2025an gelekî bi paşdetir e û wiha hat gotin:
"Nemaze di peymanê de, mafên kolektîf ên bingehîn ên mîna perwerdeya bi zimanê Kurdî, qebûlkirina Kurdî wekî zimanê fermî û statuyeke neteweyî, cografî û siyasî ku hemû Rojavayê Kurdistanê li xwe bigire nehatine bicihkirin.
Metirsî heye ku di pêvajoya pêş de gelê Kurd bi xeter û astengiyên cidî re rûbirû bimîne."
Rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê
PWKyê bal kişand ser rola Başûrê Kurdistanê ya di vê pêvajoyê de û got:
"Di girtina biryara agirbesta mayînde û cihgirtina hinek xalên di berjewendiya Kurdan de, hewldanên dîplomatîk û helwesta biryardar a Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî roleke mezin lîstiye."
PWKyê her wiha bangî Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û Amerîkayê kir ku bibin garantorê agirbestê û ji bo mafên neteweyî yên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de cih bigirin helwesteke çalak nîşan bidin.