Nivîskarên Kurd: Parastina Rojavayê Kurdistanê parastina Amed û Hewlêrê ye
Hewlêr (Rûdaw) - PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û YEW Kurdê ragihand ku parastina Rojavayê Kurdistanê parastina Amed û Hewlêrê ye.
PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û YEW Kurdê li ser rûdawnên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar belav kir.
Saziyên wêjeyî diyar kir ku ev dem "sedsala man û nemanê ye" û banga yekîtiya neteweyî kir.
Wekî nivîskar û rewşenbîrên Kurd, nûnerên van saziyan ji bo nirxandina rewşa Rojavayê Kurdistanê hatin cem hev û deklareyeke hevpar weşand.
“Parastina Rojava parastina Amed û Hewlêrê ye”
Saziyên wêjeyî tekez kir ku rûdanên li Rojavayê Kurdistanê rûbirûbûneke dîrokî ya hebûn û tunebûna gelê Kurd e.
Wan her wiha diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê bûye dilê berxwedanê û wiha hat gotin:
"Divê em vê rastiyê ji bîr nekin: Parastina Rojavayê Kurdistanê, parastina Hewlêr, Amed û Mehabadê ye.
Heta ku em wekî netewe nebin yek deng û yek helwest, em dê di nav bahozên siyasî yên Rojhilata Navîn de her tim bêparastin û bêstatu bimînin."
Ev ji tevahiya daxuniyê ye:
Wekî nivîskar û rewşenbîrên Kurd, em di bin sîwana PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û YEW Kurdê de, ji bo nirxandina geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û diyarkirina helwesteke neteweyî hatin cem hev. Di vê serdemê de ku li ser axa me dîrok ji nû ve tê nivîsandin, me wekî karkerên ziman û wêjeyê, wezîfeya xwe ya dîrokî nîqaş kir û encamên jêrîn bi raya giştî re parve dikin:
1.Banga yekîtiya neteweyî: Di sedsala man û Nemanê de parastina rûmetê
Geşedanên ku îro li Rojavayê Kurdistanê diqewimin, ne tenê guherînên siyasî yan jî leşkerî yên herêmî ne; ev rûbirûbûneke dîrokî ya hebûn û tunebûna gelê Kurd e.
Rojava, îro bûye dilê berxwedanê û neynika paşeroja me hemûyan. Divê baş bê zanîn ku her derbeke li Rojava dikeve, li canê me hemûyan û li xewnên me yên azadiyê dikeve.
Rola rewşenbîr û hunermendan
Nivîskar, rewşenbîr û hunermend, wijdana civakê ne. Di vê serdemê de, erka me ne tenê nivîsandina êşan e lê di heman demê de hûnandina tora yekîtiyê ye.
Pênûs û deng: Divê pênûsa nivîskaran û dengê hunermendan sînorên destçêkirî derbas bike.
Yekîtiya mayînde: Em bang dikin ku di navbera rewşenbîrên her çar aliyên Kurdistanê de platformeke mayînde û xurt bê avakirin da ku li dijî asîmîlasyon û êrîşên çandî bibin mertal.
Heta em nebin yek, em dê her kêm bin
Dîrokê gelek caran nîşanî me daye ku perçebûn, binketina herî mezin e. Heta ku em wek netewe nebin yek deng û yek helwest, em ê di nav bahozên siyasî yên Rojhilata Navîn de her tim bêparastin û bêstatu bimînin.
‘Yekîtiya me, ne tenê daxwaziyek e; ji bo parastina rûmet û axa me, mecbûriyeteke dîrokî ye.’
Divê em vê rastiyê ji bîr nekin: Parastina Rojavayê Kurdistanê, parastina Hewlêr, Amed û Mehabadê ye.
2.Şoreşa Rojava: Ronesansa jinê û parastina rûmeta mirovatiyê
‘Şoreşa Rojava, ne tenê guhertina pergaleke siyasî ye, ew şoreşa jinê ye ku dilê wê bi îradeya azadiyê lê dide.’
Ev şoreş, li hemberî tarîtiya ku dixwest pergala kolekirinê li ser civakê ferz bike, wekî hîvî û ronahiyekê derket holê. Di navenda vê berxwedanê de jin hebû, bi bawerî, bi raman û bi canê xwe pêşengî ji vê meşa pîroz re kir.
Şoreşa Rojava îspat kir ku heta jin azad nebe, civak azad nabe. Ew, serhildana herî mezin a sedsalê ye ku li dijî hişmendiya baviksalar û DAIŞ’ê hatî hûnandin.
Pênûsa jinê: Mîrasa keziyên jêkirî
Em wekî nivîskar û rewşenbîr, xwe wekî parêzvanên vî rihî dibînin. Pênûsa jina Kurd îro ne tenê dinivîsîne, di heman demê de dîrokê ji nû ve ava dike. Ev pênûs:
Bûye mîrasdarê keziyên jêkirî yên jinxasên me ku di oxira rûmetê de canê xwe dan.
Bûye dengê wan jinên ku li kolanan, li çeperan û di malan de li ber xwe didin.
Bûye nasnameya rûmeta her jineke ku li dijî bindestiyê serî hildide.
Erka me ya dîrokî
Em dê rê nedin ku raman, ked û vîna jinê di bin herriya şer, di nav lîstikên polîtîkayên desthilatdar û di tariya hişmendiya paşverû de winda bibe. Erka me ya herî sereke ye ku em her peyva jinê, her hewildana wê ya ji bo jiyaneke nû, wekî pîroziyekê biparêzin.
“Em li her keziyekê, li her kedekê û li her peyvekê xwedî derdikevin. Ji ber ku em dizanin, keziyên jinê ne tenê nîşana bedewiyê ne, ew zincîrên ku dîlgirtina dîrokî dişkînin û jiyanê ji nû ve dihûnîn in.”
Em careke din dubare dikin: Şoreşa ku bi destê jinê hatî avakirin, dê bi raman û nivîsên me hîn bêtir geş bibe. Heya ku jinek tenê jî bêmaf bimîne, pênûsa me dê bê navber binivîse.
3.Pênûs dengê civakê ye
Wekî afirînerên çand, huner û wêjeyê, em îro di qonaxeke dîrokî de soza xwe ya li hemberî gelê xwe nû dikin. Em baş dizanin ku pênûs ne tenê amûra nivîsandinê ye lê belê dengê wijdana civakê ye.
Di tarîtiyê de ronahî: Em dê bi hubra pênûsa xwe, li dijî her cure tarîtiyê bibin tîrêjên ronahiyê û rêya rastiyê nîşan bidin.
Di serkeftinê de deng: Di rojên geş û pîroz de, em dê bibin dengê şahî û serkeftina gelê xwe, da ku destanên me neyên jibîrkirin.
Parastina rûmetê: Nivîskar ne tenê şahidê bûyeran e, ew di heman demê de parêzvanê herî mezin dê maf, nasname û rûmeta civaka xwe ye.
Ji ber vê yekê, em radigihînin ku em dê li dijî neheqiyê bêdeng nemînin û em ê bi hêza peyvên xwe, her tim li kêleka heqîqeta gelê xwe bisekinin.
4.Bang li saziya navneteweyî û ronakbîrên cîhanê
Em bang li hemû saziyên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û bi taybetî li nivîskar û ronakbîrên cîhanê dikin:
Li dijî zilmê bêdeng nemînin: Êrişên ku îro li ser Rojava têne kirin, ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî hemû nirxên mirovahiyê yên gerdûnî ne.
Destkeftiyan biparêzin: Ew modela jiyanê ya ku li Rojava bi felsefeya azadiyê şîn bûye, mîrateya her kesê ku daxwaza demokrasiyê dike ye.
Berpirsiyarî bistînin: Em daxwaz dikin ku raya giştî ya cîhanê li hemberî van êrişên hov bibe xwedî helwest û dengê xwe li dijî vê neheqiyê bilind bike.
‘Bêdengî, şirîkatiya zilmê ye. Werin em bi hev re xwedî li nirxên mirovahiyê derkevin.’
‘Em dê bi pênûsa xwe sînoran rakin, bi ruhê şoreşa jinê azadiyê bînin û bi ramanên xwe yekîtiya dilan ava bikin.’
Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e!”