Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li ser rewşa Îraq û Sûriyeyê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Irfan Sidiq û şandeya pê re pêşwaziya kir.
Aliyan di civînê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), rewşa siyasî ya Îraqê, mijara hilbijartina serokkomar û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqa gederal gotûbêj kir.
Ev agahî di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatin parvekirin.
Her du alî li ser giringiya serkeftina pêvajoya siyasî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê hemfikir bûn.
Her wiha aliyan teqezî li ser pêdiviya hevahengî û hevkariya di navbera aliyên siyasî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê de kir da ku pirsgirêk werin derbaskirin û rûbirûyî astengiyan bibin.
Pêwendiyên Brîtanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa Sûriyeyê û pêşhatên dawî yên herêmê bi giştî mijarên din ên civînê bûn.
Di civînê de Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê Andrew Bizley jî amade bû.