Buldan: Ocalan hişyarî da û got Kurd rûbirûyî komployeke nû ne

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamantera DEM Partiyê ya Wanê û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldanê hûrgiliyên hevdîtina 17ê Kanûna Paşîn a ku li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re kiribûn, eşkere kirin.

Pervînê diyar kir ku Ocalan ji ber şer û pevçûnan gelekî dilgiran bûye û banga diyalogê kiriye.

Wê da zanîn ku lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de jî li ser vê banga pêk hatiye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Pervîn Buldanê lihevkirina HSD û rêveberiya Sûriyeyê nirxandiye û diyar kiriye ku ev gav ne tenê lihevkirineke teknîk e, encama têkoşîna demdirêj a gelê Kurd û hevsengiyên nû yên li qadê ye.

"Rê li ber komployê hat girtin"

Pervînê destnîşan kir ku cihgirtina nasname, mafên çandî û perwerdeyê ya di metna lihevkirinê de xwedî girîngiyeke dîrokî ye û bal kişand ser şerê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û li pey çû:

"Bûyerên li wan taxan parçeyekî komploya mezin bûn.

Bidawîbûna vê pêvajoya ku dikaribû rê li ber komkujiya gelê Kurd veke bi lihevkirinekê, bû gavek ku jiyana bi hezaran kesan xelas kir.

Di vê xalê de rola Ocalan diyarker e."

"Ocalan ji ber şer bi hêrs bû"

Pervîn Buldanê diyar kir ku di hevdîtina dawî ya 17ê Kanûna Paşîn de Ocalan ji rewşa Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê gelekî dilgiran bûye û wiha berdewam kir:

"Di hevdîtina me ya 17ê Kanûna Paşîn de li her du taxan şer berdewam dikir.

Ev şer li cem Birêz Ocalan bûbû sedema dilgiraniyeke mezin û di heman demê de hêrseke mezin.

Lewma tesbîtên girîng kirin ku rê li ber mizakere û diyalogê vekirin.

Dîsa şaş nabe ku mirov bibêje piştî peyamên wî bi rêya me gihiştin cihên pêwendîdar, qonaxeke wiha hat pêş.

Ji ber vê yekê, mîsyon, rol û bangên Birêz Ocalan ên di vê mijarê de, bi perspektîva ku gelê Kurd careke din rûbirûyî komkujiyê nebe, di gihîştina lihevkirinê ya vê qonaxê de diyarker bûne."

Hişyariya komploya nû

Pervîn Buldanê ragihand ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de hişyariya "komployeke nû" daye û got:

"Ocalan got ku Kurd careke din rûbirûyî komployeke mezin in. Rewşa heyî wekî 'komploya nû ya 15ê Sibatê' bi nav kir.

Bal kişand ser wê yekê ku ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd û dabînkirina ewlehiya wan divê vegerin ser maseyê. Lihevkirina bi Şamê re encama vê perspektîvê ye."

"Têkoşîn neqediyaye"

Buldanê behsa nîqaşên li ser têrkeriya lihevkirinê jî kir û got ku hikûmeta heyî ya li Sûriyeyê demkî ye lê gelê Kurd xwedî dîrokeke qedîm e û biland:

"Têkoşîn neqediyaye. Rojava, Başûr, Bakur an Rojhilat; li kû dibe bila bibe hebûna dîrokî û mafxwaziya gelê Kurd dê berdewam bike.

Ev lihevkirin, di rêya parastina destkeftiyên gelê Kurd de qonaxeke girîng e."